شبكة لالش الاعلامية

Nêçîrvan Barzanî cejna rojiyên êzî pîroz kir

Nêçîrvan Barzanî cejna rojiyên êzî pîroz kir

Serokwezîrê hikûmeta herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî cejna rojiyên êzî pîroz kir.

Peyam waha ye:

Cejna rojiyê ya xwîşk û birayên êzdî li hemû ezdiyên li Kurdistanê û li her cihekî cîhanê bin ez pîroz dikim.

Hêvîdarim cejna û helkeftên bên yên xwîşk û birayên me yên êzdî, bibe cejnên serkeftinê û azadkirina hemû cîh û warên êzdiyan û hemû keç û xwîşkên me yên êzdî yên ku hîn azad nebûne, herwaha bibin cejnên vegeryana wan hemû awareyên êzdî bo ser mal û halên xwe yên azad û ava kirî.

Herwaha cejneka aram bo hemû êzdiyan dixwazim, her sal bi xêr xweşiyê de bin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Li navçeya Xankê simînarek li dor( Xankê ji komelgehê beref navçedarîbûnê) hate gêran

Lalish Duhok

Cîgirê Nûnerê Sekreterê Giştî yê NYyê di hevpeiyvînekê de behis li vegerandina awareyên Êzidî di ke

Lalish Duhok

çil rojîya mamosta û nivêskar Rêsan Hasan li bîr anî

Lalish Duhok