شبكة لالش الاعلامية

Bingehê Laliş çar pertûk li dor êzdînasyê çapkirin

Bingehê Laliş çar pertûk li dor êzdînasyê çapkirin
Tora Laliş
Bingehê laliş yê rewşenbîrî û komelayetî ragehand, di dirêjahîya karwanê çap û weşanên bingehîda, ewan 4 pertûkên dî çapkirin.

Lîjna rewşenbîrî ya Destey ya Bilnda Bingehê laliş yê rewşenbîrî û komelayetî diyarkir, ji bizav û çalakyên lîjna wan û bi piştevanîya Hikumeta Herêma Kurdistanê û bi hevkarîya taybeta Şêx Şamo serokê Bingehî zincîreka pertûkan hate çapkirin.

Ew yeke jî dyarkrîye, ew pertûk grêdayî dîrok û fulklorê êzdîyane, pertûk pêkhatîne ji ( Êzidî û zeradeştî di hevsengîya dîrokê da ya nivîser Fehmî Hesen Babê Rojanê ya zincîra 41) û (Şirovekirna hindek rê û resm û têkstên ola êzdyan ji amadekirna Seydo Çeto Heso, zincîra 41) û (Êzdyatî li ber ronahya qewl û sebeqa ji amadekirina Nezîr Sergelî zincîra 43) û (Qevdeka nêrgza ji baxçê rengînê strana çiyayê Şingalê ji komkirin û amadekirna Xelef Hecî Hemed zincîra 44).

Hevdem, çar pertûk bi çavdêrîya zimanvanya ji alyê Şemo Qasim û Seîd Cirdo ve hatîye kirin, Şivan Slêman dîzan krîye, Çapxana Hawar li Duhokê bi karê çapê rabuye.

Hatîye ragehandin, ev pertûk dê di merasîmeke taybetda li bingehê laliş bi amadebûna nvîser û rewşenbîran dê hête îmzakirin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

vn Mîrê êzîdiyan Mîr Tehsîn Beg: Bila tevahiya êzîdiyan roja referandomê dengê “erê” bidin

Lalish Duhok

Cemal Kodî: Ked û bizava Celîlê Celîl di Pertûkekê de hate diyarkirin

Lalish Duhok

Koşka Spî: Em daxwaz dikin hinardeya petrolê bi rêya boriya petrolê ya Iraq û Tirkiyê dest pê bike

Lalish Duhok