شبكة لالش الاعلامية

Amerîka cardin ji PKKê xwast ji Şingalê derkeve

Amerîka cardin ji PKKê xwast ji Şingalê derkeve

 BasNews

Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand, ku pêwîst e PKK ji Şingalê derkeve, ji ber ku Şingal ne cihê PKKê ye.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê John Kirby duh di konfranseke rojnamevanî de ragihand, PKK di nava lîsta terorê ya Amerîkayê de ye û nabe ti roleke wê li Şingalê hebe. Hebûna PKKê li Şingalê bûye sedem ku ew grûp bibe astengek mezin li pêşiya lihevhatin û vegera xelkê.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka gazî Hikûmeta Kurdistanê û hemû navendên peywendîdar kir ku bo vegera koçberên Şingalê, hêsankariyê bikin.

Wezareta Derve ya Amerîka di demekî de ji PKKê dixwaze ji Şingalê derkeve ku çend roj berê jî şandeke Amerîkî serdana çiyayê Şingalê kiribû û daxwaz ji PKKê kiribû hêzên xwe ji Şingalê derxîne.

 

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Îro li Şarya bo dwemîn roj 100 zarokên sêwî u afretên dîtir alîkarî wergirtin.

Lalish Duhok

Hikûmeta herêma Kurdistanê gotinên şîretkarê serbazî yê Xamineyî retkir

Lalish Duhok

yasaya rizgarbûyên Êzdî hat gotubêjkirin

Lalish Duhok