شبكة لالش الاعلامية

Li ser biryara Mesrûr Barzanî 4 milyar dînar ji bo bijîşk û karmendên tendirustiyê hat terxankirin

Li ser biryara Mesrûr Barzanî 4 milyar dînar ji bo bijîşk û karmendên tendirustiyê hat terxankirin

BasNews– Li ser biryara Serokwezîr Mesrûr Barzanî 4 milyar dînar weke handan ji bo bijîşk, hemşîr û hemşire, karmendên tendirustiyê hatiye terxankirin. Herwiha ew pere wê ji bo rûberûbûna Koronayê jî were bikaranîn.

Ligor belgenameyeke Dîwana Serokwezîriyê ku duhê roja sêşemê 09.11.2021ê derketiye û kopiyeke wê ji BasNewsê jî re hatiye şandin amaje bi wê yekê hatiye kirin, di çarçoveya berjewendiyên giştî û parastina tendrustîya hemwelatîyên Herêma Kurdistanê, li ser fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî, pereyê hatiye terxankirin ji bo rûberrûbûna koronayû ji milyarek û 500 milyon dînarî ji bo 5 milyar dînarî tê zêdekirin.

Herwiha amaje bi wê yekê jî hatiye kirin 4 milyar dînar wê ji bo handana bijîşk, hemşîr û hemşîreyan û karmendûn tendrustiyê were terxankirin.

Di berdewamiya belgenameyê de behsa wê yekê jî hatiye kirin wê mehane 150 milyon dînar ji pêngava hişyariya tendirustî were xerckirin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

“Bexda newêre jenosîda ku hatiye serê êzîdiyan, qebûl bike!”

Lalish Duhok

Serokê Herêmê û Şanda Netewên Yekgirtî mijara hilbijartinan û rewşa Şingalê gotûbêj kirin

Lalish Duhok

Îro 26mîn salvegera serhildana bajarê Duhokê ye

Lalish Duhok