شبكة لالش الاعلامية

4 keç û xortekî kurdên êzidî hatine rizgarkirin

4 keç û xortekî kurdên êzidî hatine rizgarkirin

Rûdaw

Ew 4 keç û xortekî kurdên êzidî yên li Reqayê ji destê DAIŞê hatibûne rizgarkirin, gihiştine bajarokê Sinûnê ya Şingalê.

Peyamnêrê Rûdawê li Şingalê Tehsîn Qasim ragihand, îro danê sibê (08-07-2017), 4 keç û xortekî kurdên êzidî yên ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin, gihiştine bajarokê Sinûnê ya Şingalê.

Peyamnêrê me da zanîn, ku temenê wan kesên hatine rizgarkirin di navbera 10 û 25 saliyê de ye, ji gundê Tilqesab û navçeya Şingalê ne.

DAIŞê ev keç û xort li bajarê Reqa û Tebqayê ya Sûriyê weke dîl girtine. Li gel destpêkirina operasyona Reqayê jî ev kes ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve hatine rizgarkirin.

Kesên hatine rizgarkirin, bi hemahengiya Nivîsîngeha Rizgarkirina Kurdên Êzidî gihitşine cem malbata xwe.

Ji aliyê din ve, dihate payîn li gel destpêkirina operasyona Mûsilê gelek kurdên êzidî yên di destê DAIŞê de werin rizgarkirin lê heta niha tenê 20 kes hatine rizgarkirin.

Beriya niha, Berpirsê Nivîsîngeha Rizgarkirina Kurdên Êzidî Hisên Qaidî ji Rûdawê re gotibû: “Operasyona Mûsilê berbi dawiyê ve diçe. Me pêşbînî dikir bi sedan kes li Mûsilê werin rizgarkirin. Çimkî zanyariyên me hebû ku gelek dîlên êzidî li Mûsilê ne. Lê heta niha tenê 20 kes hatine rizgarkirin.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Li Reqayê gencek bi çêkirina qehweyê li ser qûma germkirî bûye kesekî navdar

Lalish Duhok

Encûmena wezîran derbarê pêşhatên dawî yên di warê cîbicîkirina yasaya bûdceya federalî û rewşa mûçeyan de civiya

Lalish Duhok

Yekîtîya futbola Kurdistanê çend biryarên nû derxistin

Lalish Duhok