شبكة لالش الاعلامية

Barzanî ji bo giştpirsiyê diçe Ewropayê!

Barzanî ji bo giştpirsiyê diçe Ewropayê!

Rûdaw

 Endamê Polîtbûroya PDKê Hoşyar Zêbarî ragihand, ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, ji bo wergitina nêrîn û helwesta welatên rojava ya derbarê referandûma Başûrê Kurdistanê, dê ligel şandekê here Brûkselê.

Endamê Civata Bilind a Referandûma Başûrê Kurdistanê û Endamê Polîtbûroya Partiya Demokrata Kurdistanê Hoşyar Zêbarî ji Rûdawê re got, ku dê Serokê Herêma Kuridstanê, ji bo danûstanina ligel welatan û zanîna helwest û nêrîna wan a derbarê referandûmê de serdana paytexta Belçîka Brûkselê bike.

Zêbarî got: “Beşek ji endamên Civata Bilind a Referandûmê jî dê di vê serdanê de hevrêtiya Barzanî bikin.”

Hêjayê gotinê ye, ku îro Şemiyê (08-07-2017), li Pîrmamê, di bin serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û bi beşdarbûna nûnerê partiyên siyasî û pêkhateyên neteweyî û olî civîna Civata Bilind a Referandûma Başûrê Kurdistanê hate sazkirin.

Hêjayê gotinê ye, ku Civata Bilind a Referandûma Başûrê Kurdistanê, li ser 3 xalan biryar wergirt, ku yeknji wan jî diyarkirina pêngavên pratîkî yên amadekariyên referandûmê, nexşerêya karên Civata Bilind a Referandûmê û komîteyên binî bû.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Ruydaneka agrberbûnê li kempa Şarya çêbû û çar xîvet bi temamî sotin Nêzîkî demjmêr 2:00 berê sibeha îroheşt xîvetên awareyên Şingalê li kempa Şarya li sinûrê deverdariya Sêmêlê sotin û ziyan gehştine çar xîvetên dî. Pîr Deyan Ce’fer, rêveberê koç û koçber û bersvdana qeyranan li parêzgeha Dihokê bo gav got: li berê sibeha îro roja duşembî ruydaneka agrberbûnê li kempa şarya çêbû û çar xîvet bi temamî û çarên dîjî nîv nîve hatin sotin û çi zyanên giyanî nebûn, belku zyan bitenê madî bûn. Amaje da wê çendê jî, ruydana sotina xîvetan ji egerê şortekê karebê bûye û tîmên agrvemrandinê gehştîne cihê ruydanê û berî agr berfrehbibe, hatiye kuntrolkirin. Rêveberê koç û koçber û bersvdana qeyranan li parêzgeha Dihokê da zanîn jî, tevahiya kelupelên pêdvî ji layê wan ve bo ziyan vêkeftyan hatîne dabînkirin û cihê xîvetan dê hête paqjkirin û xîvetên nuy dê bi wan hêne danan.

Lalish Duhok

Yildirim: Herêm û Tirkîyê dê gopîtka aborî li Hewlêrê sazbikin

Lalish Duhok

Li Hewlêrê di konferansekî de keçên êzdî û jinên 7 welatan gotûbêj li ser rizgarbûna ji milmilaneyên çekdarî dikin

Lalish Duhok