شبكة لالش الاعلامية

Barzanî pişikdarî merasîmên 241 saliya damezrandina Amerîkayê bû

Barzanî pişikdarî merasîmên 241 saliya damezrandina Amerîkayê bû

Serokê Herêma Kurdistanê li Hewlêrî, pişikdarî merasîmên 241 salîya serxwebûna Amerîkayê bû û gotara hikumeta Herêma Kwerdistanê jî têde hat xwandin.
Li gorî malperî fermî yê serokatîya Herêma Kurdistanê, konsolxaneya Amerîkayê  li Hewlêrê merasîmek ji bo saxkirina 241 salya damezrandina Amerîkayê kir û têda, doglas sîlman Balyozê giştî yê Amerîkayê li Îraqê û hênrî hagard konsolê giştî yê Amerîkayê li Hewlêrê, supasîya pişikdarîya Barzanî kir û paşan felah mistefa, berpirsê peywendiyên derve ên Herêma Kurdistanê, gotara hikumeta Herêmê xwand û got: Ka çewa berya  241 salan Amerîkayê biryara serxwebûnê û xwebirêvebirinê da, niha gelê Kurdistanê jî heman biryardaye û dixwazin êdî bi azadî bijîn û ev biryare mafê hemû gelên cîhanê ye.
Balyozê Amerîkayê jî li Îraqê, gotarek pêşkêşkir û bas li hemahengî û peywendîyên dinavbera Hewlêr û Waşinton da kir û da zanîn, ew amadene ji hemû aliyan ve, peywendîyên xwe dî gel Herêmê pêşvebiben.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Li Herêma Kurdistanê di 10 salan de 490 jin hatin kuştin

Lalish Duhok

Barzanî:Ji bo nehiştina yek carî ya DAIŞê pêwîst e sedemên serîhildana wê nemînin

Lalish Duhok

Bingehê Laliş Sinunê qaremanya xwe bi dawî anî

Lalish Duhok