شبكة لالش الاعلامية

Bingehê Laliş Pîrozbahîya Cejna Rojîyên Êzî Li Tevahîya Êzidîyan dike.

Bingehê Laliş Pîrozbahîya Cejna Rojîyên Êzî Li Tevahîya Êzidîyan dike.

Tora Laliş ya ragehandinê

Bi hatina cejna rojîyên Êzî, pîrozbahîyê li tevahîya Êzidîyan dikin li seranserî cîhanê, ji xudê dixwazîn ev cejn bibê hêvênê xêr û bereketê li dinyayê.

û ji xudê dixwazîn ev cejne, cejna belavkirina peyama mirovayetîyê bê û hevdem cejna rizgarkirina dayk û xuşkên meyên di nava zîndanên da’işan da bît.

herweha, hîvîxwazîn ji hemû alîyan li dor keysa Şingalê bi gehne rêkeftinekê, û rêkeftina di navbera hikûmeta Herêm û Bexda da hey cêbecê bikin, da kû xelk bi girentîyeka ewlehî vegerê ser mal û halê xwe.

Peyamekê ji hemû cîhanê re radgehînin, awrekê li Şingalê bidin dakû Şingaleka aram û avedan werê wcûdê, û xelk bi serberzî têda jiyan bikê, û komkûjîya Êzidîyan li cîhanê bi cînosayd were nasandin

Dûbare cejn pîroze

Desteya Bilinda Bingehê Laliş Yê Rewşenbîrî û Komelayetî/ Dihok

15î Kanûna Êkê 2022

00S.A

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Mesrûr Barzanî ji ber koça dawiyê ya Şêx Ehmed Xeylanî peyameke sersaxiyê belav kir

Lalish Duhok

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê: Divê qaymeqamê Şingalê were diyarkirin

Lalish Duhok

Roja hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê hat diyarkirin

Lalish Duhok