شبكة لالش الاعلامية

Şingal- Ji ber tirsa duristbûna şer di navbera PKKê û hêzên Iraqê xelkê careke din dibin penaber

Şingal- Ji ber tirsa duristbûna şer di navbera PKKê û hêzên Iraqê xelkê careke din dibin penaber

BasNews– Qaymeqamê Şingalê Mehma Xelîl aşkere kir ji ber tirsa durstbûna şer di navbera PKK û hêzên Iraqê xelkê Şingalê careke herêmên xwe bi cî dihêlin û dibin penaber.

Îro roja sêşemê 30.03.2021ê Qeymeqamê Şingalê Mehma Xelîl ji BasNewsê re axivî û da zanîn ew malbatên êzdî yên vegeriyabûn Xanesor û Şingalê ji ber tirsa duristbûna şer di navbera PKKê û artêşa Iraqê ji herêmên xwe derdikevin.

Herwiha Mehma Xelîl ragihand, PKK li hin herêmên Xanesorê rê nade xelk ji gundên xwe derkevin ji bo wan weke mertala mirovî bikarbîne.Xelîl dibêje rewş li herêmê aloz e û ne diyar e bê wê di navbera PKKê û artêşa Iraqê de çi pêk were.

Ev yek di demekê deye hêzên Iraqê çend roj mohlet dane PKKê ji bo ji Şingalê derkeve. Pirr kêm dem maye ku hêzên Iraqê ji bo PKKê terxan kirine lêbelê heta niha hêzên PKKê ji Şingalê dernektine.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Amerîkayê derbarê aloziyên Bexdayê de helwesta xwe ragihand

Lalish Duhok

13 xelat di Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Duhokê de hatin dabeşkirin

Lalish Duhok

Mesrûr Barzanî: Yekîtiyên Qutabiyan û Ciwanan melbenda gihandina çendîn serkirdeyên jêhatî bûne

Lalish Duhok