شبكة لالش الاعلامية

Hizbullah Iraqê tehdîd kir: Emê êrişî cihên wisa bikin ku neyê xeyala wan jî!

Hizbullah Iraqê tehdîd kir: Emê êrişî cihên wisa bikin ku neyê xeyala wan jî!

BasNews – Berpirsê Ewlehiyê yê Ketayîbê Hîzbullaha Iraqê Ebû Elî Eskerî dibêje ku ewê bersiveke dijwar bidin êrîşên esmanî yên Amerîkayê.

Ebû Elî Eskerî di daxuyaniyeke rojnamevanî de got: “Şerkirina li dijî artêşa dagirkeran biryareke bi temamî iraqî ye û ti aliyekî derve destwerdanê tê de nake û heta vekişîna serbazê herî dawî yê hêzên dagirkeran ji welatê me, veger ji biryarê tune ye.”

Eskerî eşkere kir: “Armancgirtina nûnerên dîplomasiyê ji aliyê Bereya Muqawemeya Iraqê ve karekî redkirî ye û biryara Iraqê ew e ku nabe bi ti awayî êrîşî nûnertiyên welatan were kirin.”

Di dawiya daxuyaniyê de diyar kiriye: “Divê dijmin ji peyamê fêm bike, bersivdan dê gelek dijwar be û emê êrîşên xwe li ser çend xalan berfireh bikin ku nehatibe xeyala wan jî, herwiha emê pîvana gurza xwe bo qonaxekê zêde bikin ku veger jê nîne.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

59 parlementarên Ewropî girtina kenala Zarok ya bi zimanê Kurdî li Tirkiyê şermezarkirin

Lalish Duhok

Konê Reş :Sofiyê Pêşmerge

Lalish Duhok

Bi dawî înana Xola Futbolê li kempa Kebertû

Lalish Duhok