شبكة لالش الاعلامية

Bingehê Laliş bi buneya cejina Kiristîanan peyamek belav di ke

Bingehê Laliş bi buneya cejina Kiristîanan peyamek belav di ke

Bi helkefta hatina cejna Noelê û sersala nû, pîrozbahiyên xwe pêşkêşî birayên mesîhî yên li Iraq û cîhanê bi giştî û Kurdistanê bi taybetî dikin û hêviya hatina wan rojên bi xêr û xweş ji Xwedayê mezin re dixwazin. mizgîniyek ji bo hemû mirovatiyê û ji bo ku aşitî li çaraliyê cîhanê serwer bibe û girêdanên hezkirin, biratî û jiyana hevbeş di navbera ol û rengên cuda de ji bo mirovahî were bihêz kirin da ku her kes di têkoşîna li dijî neheqî û terorê de yek dest be. , redkirina tundî û tundrewiyê…….

Ser sala we pîroz be her sal bi xweşî be…

Bingehê Laliş yê rewşenbîrî û civakî/ Dihok
24\12\2022

 

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Mehma Xelîl: Çarçoveya Hemahengiyê li ber rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê rêgir e BasNews – Endamê Parlamentoya Iraqê Mehma Xelîl ragihand, Çarçoveya Hemahengiyê li ber cîbicîkirina birgeyên rêkeftina siyasî yên asayîkirina rewşa Şingalê rêgir e. Mehma Xelîl di daxuyaniyeke rojnamevaniyê de got: “Ji ber tunebûna îradeyeke bihêz ji aliyê Hevpeymaniya Çarçoveya Hemahengiyê ve, nekarîne rêkeftina Şingalê were cîbicîkirin.” Xelîl diyar kir: “Kabîneya Mihemed Şiya Sûdanî heta niha rêkarên pratîkî ji bo cîbicîkirina rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê pêk neanîne, li Şingalê grub û milîsên ser bi Heşda Şeibî li wir in û piştevaniya PKKê dikin, ew grub ser bi baskê siyasî yê Çarçoveya Hemahengiyê ne û li ber asayîkirina rewşa Şingalê rêgir in.” Mehma Xelîl destnîşan kir: “Şingal li derveyî desthilata hikûmeta Iraqê ye û hêzeke biçûk a Iraqî li wir e, bajêr ji aliyê rêxistinên biyanî yên wek PKK û ew grubên ku ji aliyê Heşda Şeibî ve tê piştevanîkirin, tê birêvebirin.” Rêkeftina asayîkirina Şingalê di Cotmeha 2020an de di navbera Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de li Bexdayê hat îmzekirin, ku van şeş xalên sereke li xwe digre: 1- Hilbijartina qaymeqamê nû. 2- Hikûmeta Federal pirsa ewlehiyê îdare dike. 3- Erkdarkirina 2500 kesan ji xelkê Şingalê û awareyên wê û dirustkirina hêzeke nû. 4- Li Şingalê bidawîanîna PKKê û hemû wan grubên ku pêwendiya wan pê re heye. 5- Ti kesekî ser bi PKKê nabe di wê hêza nû de were erkdarkirin. 6- Hewlêr û Bexda hevahengiyê ji bo avakirina Şingalê û îdarekirina wê bikin.

Lalish Duhok

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî peyama pîrozbahiyê belav kir

Lalish Duhok

Li Hewlêrê helmeta kom kirina alîkariyê ji bo mexdûrên erdheja Bakur û Rojavayê Kurdistanê

Lalish Duhok