شبكة لالش الاعلامية

Eskere Boyik:Ez komkujya bajarê Parîzê, bi dilê êș șermezar dikim

Eskere Boyik: Ez komkujya bajarê Parîzê, bi dilê êș șermezar dikim
Ez komkujya bajarê Parîzê, bi dilê êș șermezar dikim, ew rûreșiya cihana hukumdar e dijî gelê Kurd. Ew piștgirya wê neheqiyê ye, ku vê dewrana wêran da, kurd mecbûr kerine vê rewșê . Ew rûreșya wan dewletên cihanê ye e, ku bi peymana Lozanê walat û gelê Kurd perçe-perçe kirin, dane destê dagikirên zalim û îro jî bo berjewandiyê xwe alî wan dagerkiran dikin.
Eva ne komkujiya ewlin e, bawar bin ne jî wê ya dewyê be… Heroj komkujyên wa ser erdê Kurdistana wêran, Kurdistana perçekirî himber gelê kurd çê dibin
Girî û gazinên kurdan medya civakî da, kolanê bajarên cihanê da tu karê nadin, dilê kesî nerm nakin. Vê dewrana bêwîjdane, berjewandiyan da rehm nîne.
Welatê xelkê da pirsgirêkên xwe çareserkirin bêhișye….
Kurd gerekê pirsgirêka xwe mala xwe da, welatê xwe da çareser bikin…
Her kurdek gerekê bizanbe îro ew hersê evdê Kurd cangorî bûn, sibê dora wî ye…
Ferq nîne ew parlamêntar e, ew wezîr e, ew gênêral e, ew serokê eșîr e, oldare, xweyê mîlyardane…
Ji bo ew K U R D E…
CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Bi wêne…Li Çînê erd şimitî; 141 kes bin axê de man!

Lalish Duhok

Li Duhokê bajarekî 3400 salî hat dîtin

Lalish Duhok

Serok Barzanî pêşwazî li şanda Wezareta Derve ya Amerîkayê kir

Lalish Duhok