شبكة لالش الاعلامية

Alîkariyên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî gihîştin Efrînê

Alîkariyên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî gihîştin Efrînê

Alîkariyên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî gihîştin bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê, Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ragihand, qebareya erdhejê mezin e û “Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî dê li Efrînê bimîne”.

Îro Înê 10ê Sibata 2023an, alîkariyên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî gihîşte bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê, Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Mûsa Ehmed ji Kurdistan24ê re ragihand: “Serokwezîr Mesrûr Barzanî ferman da ku alîkariya ziyandîtiyên erdheja Sûriye û Rojavayê Kurdistanê bikin. Em li her derê xizmetkarê gelê xwe ne û bêyî ciyawazî em alîkariya her kesî dikin.”

Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Mûsa Ehmed eşkere kir: “Xelkê Rojavayê Kurdistanê gelek bi germî pêşwazî li me kir û em soz didin, her çi ji destê me were ji bo alîkarîkirina ziyandîtiyên erdhejê dikin.” Herwiha destnîşan kirî qebareya erdhejê mezin e û “Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî dê li Efrînê bimîne.”

Mûsa Ehmed herwiha eşkere kir: “Me nêzîkî 250 ton kelûpelên alîkariyê anîne Rojavayê Kurdistanê.”

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serokwezîr Mesrûr Barzanî sersaxî li Rêbwar Yelda kir

Lalish Duhok

Kurdên Êzidî daxwaza darizandina tawanbaran dikin

Lalish Duhok

Serok Barzanî salvegera damezirandina bingeha Laliş pîroz kir

Lalish Duhok