شبكة لالش الاعلامية

Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Îranê yê li Bexdayê civiyan

Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Îranê yê li Bexdayê civiyan

Rûdaw

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Balyozê Komara Îslamî ya Îranê yê li Iraqê Îrec Mescidî kir ku ji bo beşdariya Konferansa Geşepêdana Peywendiya Aborî ya navbera Komara Îslamî ya Îranê û Herêma Kurdistanê li Hewlêrê hatiye vexwendin.

Li gor daxuyaniya malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê, îro sêşemê (01-05-2018) Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Balyozê Komara Îslamî ya Îranê yê li Iraqê Îrec Mescidî kir û di hevdîtinê de ku Serkonsulê Konsulxaneya Îranê yê li Hewlêrê Murteza Ibadî amade bû, herdu aliyan li ser peywendiyên bazirganiyê yên navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê gotûbêj kirin û tekezî li ser konferansê kirin ku ji aliyê jûrên bazirganiyê yên Herêma Kurdistanê ve tê sazkirin.

Konferasa Peywendiyên Aborî yên Herêma Kurdistanê û Îranê roja çarşemê (02-05-2018) li Hewlêrê dest pê dike. Biryar e asoya peywendiyên aborî yên navbera Herêma Kurdistanê û Îranê, bihêzkirina danûstandin û pêşvebirina geştûguzariya navbera Îran û Herêma Kurdistanê û geşepêdana peywendiyên aborî yên navbera Îran û Herêma Kurdistanê di çend panel û gotaran de werin gotûbêjkirin.

Konferans ji aliyê jûrên bazirganiyê yên Herêma Kurdistanê ve hatiye amadekirin û biryar e Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Wezîrê Pîşesazî û Kanzayên Iraqê Mehmûd Sûdanî, Wezîrê Bazirganiya Îranê Dr. Şerîetmedarî û Wezîrê Bazirganî û Pîşesaziyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Elî Sindî gotar pêşkêş bikin.

Herwiha hejmarek parêzgar û berpirsên din ên Herêma Kurdistanê û Îranê dê beşdarî konferansê bibin û di çend panelên ciyawaz de li ser peywendiyên aborî yên herdu aliyan gotûbêj bikin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Çalakvanên Kurda Êzidî “Xelata Azadî û Ramanê ya Saxarova wergirt

Lalish Duhok

Serokê Bingehê Laliş helbestvan û stranbêjê klîpa “Ola Resen” xelatkirin

Lalish Duhok

Keça Kurd ya ku hatibû revandin li Hewlêrê hatîye dîtin

Lalish Duhok