شبكة لالش الاعلامية

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li şandeyekî Çînê kir

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li şandeyekî Çînê kir

BasNews – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî roja duşemê 13ê Sibata 2023an li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li şandeke Komara Millî ya Çînê ya bi serokatiya Alîkarê Wezîr li Fermangeha Peywendiyên Derve ya Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst a Çînê Jui Rui û şandeke pê re kir.

Di civîna ku, Balyozê Çînê li Bexdayê û berpirsên Konsulxaneya Giştî ya Çînê li Hewlêrê jî amade bûn de, peywendiyên Çînê ligel Iraq û Herêma Kurdistanê, rewşa Iraqê û astengiyên li pêşiya wê, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê û diyaloga çareserkirina pirsgirêkên di navbera wan de hatin gotûbêjkirin.

Her du aliyan bal kişandin ser wê yekê ku bi giringî ve li peywendiyên Çînê ligel Iraq û Herêma Kurdistanê dinêrin û daxwaza berfirehkirina hevkariyên di navbera her du welatan de, bi taybetî di warên bazirganî û çandî de nîşan dan. Her di vê çarçoveyê de behsa çalakiyên kompaniyên Çînî li Iraqê kirin.

Di derbarê pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de jî, Nêçîrvan Barzanî bal kişand ser wê yekê ku pêkanîna sîstema federalî li Iraqê û çareserkirina pirsgirêkan li ser bingeha destûrê dibe sedema aramî û geşepêdana zêdetir di warê aborî da. Herwiha tekezî li ser xwesteka Herêma Kurdistanê kir ku Herêma Kurdistanê jî ji projeyên ku ji aliyê Çînê ve li Iraqê pêk tên, sûdmend be.

Peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê digel welatên cîran û navçeyê, şerê dijî terorê û pêşhatên dawî yên navçeyê bi giştî çend mijarên din yên civînê bûn.

00S.A

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Jimareke nû ji govara Laliş tê weşandin.

Lalish Duhok

Serokê‌ Bingehê‌ Laliş:Nasandina cînosayda êzdiyan dê‌ bibe rêkxoşker û fişarê‌ êxte ser civakê‌ nêvdewletî

Lalish Duhok

Hevseroka HDPê: Savaş Buldan ji aliyê rêveberên dewletê ve hat kuştin

Lalish Duhok