شبكة لالش الاعلامية

Seroka Şaredariya Parîsê bo Mesrûr Barzanî: Pêgeheke taybet a Kurdistanê di dilê Fransiyan de heye

Seroka Şaredariya Parîsê bo Mesrûr Barzanî: Pêgeheke taybet a Kurdistanê di dilê Fransiyan de heye

BasNews- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di serdana xwe ya Fransayê de ligel Seroka Şaredariya Parîsê Anne Hidalgo civiya.

Îro Pêncşemê 16ê Sibata 2023an, Serokwezîr Mesrûr Barzanî serdana Serokatiya Şaredariya Parîsê kir û ji aliyê Serokê Şaredariya Parîsê Anne Hidalgo ve hat pêşwazîkirin.

Seroka Şaredariya Parîsê kêfxweşiiya xwe bi serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî nîşan da û diyar kir, pêgeheke taybet a Kurdistanê di dilê Fransiyan de heye û behsa serdanên xwe yên bo Herêma Kurdistanê kir û amadebûna xwe ji bo encamdana kar û projeyên hevbeş ligel bajarê Hewlêrê nîşan da.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêzanîna xelkê Kurdistanê ji bo piştevaniya berdewam a gelê Fransayê dûpat kir û spasiya Şaredariya Parîsê jî kir ji bo wan hevkariyan ku wek destexwişkek pêşkêşî bajarê Hewlêrê kirine.

SA

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

NATO: Îran teknolojiya mûşekî ya metirsîdar pêşdixe

Lalish Duhok

Çîroka ‘Dayîka Şehîdan’ Gewrê Mendo li Şingalê

Lalish Duhok

PAK: Hikûmeta Kuristanê divê ji bo Kurdên Êzidî bernameyeke taybet dane

Lalish Duhok