شبكة لالش الاعلامية

Workşopek ji bo nehêlana tûnd û tîjî hember jinê li duhokê hat li dar xistin

Workşopek ji bo nehêlana tûnd û tîjî hember jinê li duhokê hat li dar xistin

Ragehandina Ofîsa Laliş li Duhokê

Li peyî çalakyên Ofîsa Laliş tayê Duhokê li roja 3\6\2017 rabu li darxistina workşopekê li dor mafê mirovî û nehêlana tûnd û tîjyê hember jinê li hola Bingehê Laliş li Duhokê bi amadebuna berêz (Şemo Qasim) berpirê beşê rewşenbîry û komelayetî , û bi pişkdarîkirina komeke keçan hat li dar xistin .

Li destpêkê berpirsê ofîsa laliş (Dilşad Salih) bi xêrhatina amadebuyan kir .

Paşre (D.Arî ‘arf) mamostayê Zanîngeha Duhok rabu bi pêşkeş kirina simînarê li dor mafê mirovî û nehêlana tûnd û tîjî hember jinê .. herwisa çendîn pirs li ser babetê navhatî ji alyê amadebuyan ve hatin kirin , û bersiv bi tîr û teselî ji alyê simînarbêjî ve hatin dan .

Li dawyê jî her yek ji Sazeya Asude û Sazeya Dak karê ofisa laliş tayê duhokê bilind nirxand û supasyeke taybet ji bo Bingehê Laliş yê rewşenbîrî û komelayetî kirin ji bo pêşvebirina mafê jinê di nava civakî de .

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Îmaratê ji bo weberhênana li Tirkiyê 10 milyar dolar veqetand

Lalish Duhok

Fazil Mîranî: Hikûmeta Iraqê heye, lê dewlet tine

Lalish Duhok

Li Afrînê Gundekî Êzidyan tê vala kirin û çekdar ketin têda

Lalish Duhok