شبكة لالش الاعلامية

Barzanî sersaxî ji gel û hikûmeta Brîtanya re xwast

Barzanî sersaxî ji gel û hikûmeta Brîtanya re xwast

Rûdaw

 Nûnerê Serokê Herêma Kurdistanê ji ber êrişên duh şev li Londonê, sersaxî ji gel û hikûmeta Brîtanya re xwast.

Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Hisên bi nûneratiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî , ji ber êrişên duh şev ên li bajarê Londonê, serxweşî li gel û hikûmeta Brîtanya kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihandiye, Fuad Hisên îro yekşembî 4ê Hezîrana 2017ê, di peywendiyekî telefonî de li gel Konsolxaneya Brîtanya ya li Hewlêr, bi nûnerayetiya Barzanî peyama hevxemî û hevsoziya wî ji bo gel û hikûmeta Brîtanyayê gihande rayedarên brîtanyî yên li Hewlêrê.

Li gorî daxuyaniyê, “di vê peywendiya telefonî de, Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê serxweşî li kesukarên qurbaniyan kir û tekezî li ser wê yekê jî kir, ku teror gefeke cîhanî û pir alî ye.”

Fuad Hisên herwiha da xuyakirin, ku “di vê rûdana terorîstî de, gelê Kurdistanê hevxemê gelê Brîtanyayê ye.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

NY: Piştî 100 rojan di şerê Ukraynayê de kesek bi ser neket

Lalish Duhok

Dîzayn û çêkirina peyçan di workşopekê de tê behis kirin

Lalish Duhok

welatiyekî Amrîkî piştî wexer dawyê kirî li Şingal hate bin ax kirin

Lalish Duhok