شبكة لالش الاعلامية

Pişknîna DNAyê li ser 253 termên komkujiya Şingalê tê kirin

Pişknîna DNAyê li ser 253 termên komkujiya Şingalê tê kirin

BasNews– Endamê Desteya Lêkolîn û Komkirina Belgenameyan li parêzgeha Duhokê Felah Hesen ragihandiye 253 termên komkujiya Şingalê li nojdariya dadî ya Bexdayê ne ji bo DNAyê û wê nasnameya wan terman were aşkerekrin.

Îro roja sêşemê 06. 07.2021ê Endamê Desteya Lêkolîn û Komkirina Belgenameyan li parêzgeha Duhokê Felah Hesen ji BasNewsê re axivî û da zanîn 357 term ji nava gorên bikom yên Şingalê hatîne derêxistin û bi tenê nasnameyên 104 terman aşkera bûne û hîn jî nasnameyên 253 termên nava gorên bikom ji bo nojdariya dadî li Bexdayû hatine şandin aşkera nebûye ev demeke dirêje termên qurbaniyên komkujiya Şingalê ji bo Bexdayû hatine şandin û hîn jî nasnameyên wan aşkera nebûne ji ber ku pişkinîna DNAyê  wê li ser wan bê kirin.

Herwiha Felah Hesen amaje bi wê yekê jî kiriye li Şingalê 82 gorên bi kom heta niha hatine dîtin sala 2014ê ji aliyê terorîstên DAIŞê hatine gulebarankirin di qonaxekê de 20  gorên bi kom hatine vekirin û hemû term ji bo nojdariya dadî li Bexdayê hatine şandin ji ba diyarkirina nasnameya wan qurbaniyan.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

mamostayên qutabxanên birayetî supasyên xo arastey berêz nêçîrvan barzanî kirin

Lalish Duhok

Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî: Nadya Murad nimûneya serbilindî û zîrekiya keça kurde

Lalish Duhok

Enstituya Kurdî ya Parîsê û Spasnameyek

Lalish Duhok