شبكة لالش الاعلامية

Wezîra Derve ya Almanyayê ji Nêçîrvan Barzanî re name şand

Wezîra Derve ya Almanyayê ji Nêçîrvan Barzanî re name şand

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock nameyek ji Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re şand û tê de ragihand ku ew dê li ser piştevaniya Herêma Kurdistanê û Iraqê berdewam bin.

Di daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê de hat gotin, Annalena Baerbock ji ber mêvanperwerî û dostaniya ya serdana xwe ya 7-10ê Adarê ya ji bo Herêma Kurdistanê spasiya Nêçîrvan Barzanî kir.

Baerbock diyar kir ku Almanya dê li ser piştgiriya Herêma Kurdistanê û Iraqê berdewam be û tekez kir ku hêzên Almanyayê dê li Herêma Kurdistanê bimînin.

Baerbock spasiya Herêma Kurdistanê kir ku pêşwaziya penaberan kiriye, bi taybetî Êzidî û Xiristiyanên ku di sala 2014ê de ji ber êrişên DAIŞê reviyane.

Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock dupat kir ku ew piştevaniya vegera penaberan bo ser xaka xwe dikin û tekez jî li ser wê yekê kir ku ew Herêma Kurdistanê û Iraqê teşwîq dikin ku li ser vê mijarê danûstandinan bikin.

Baerbock diyar kir ku ew wek welat girîng dibînin ku Hewlêr û Bexda li dijî bandorên neyînî yên guherîna keşûhewyê bisekinin.

 

 

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Nêçîrvan Barzanî li gel Wezîra Derve ya Brîtanyayê civiya

Lalish Duhok

Şêx Şamo: Biruska hevxemiyê bona wexera xebatkar Keremê Seyad.

Lalish Duhok

Li Bingehê Laliş li Şêxan dewreya xurtkirina zimanê Îngilîzî bi dawî bû

Lalish Duhok