شبكة لالش الاعلامية

Serokê‌ Desteya Bilinda Bingehê‌ Laliş pêşwazî li honermend “Sefqan Orkêş” kir

Serokê‌ Desteya Bilinda Bingehê‌ Laliş pêşwazî li honermend “Sefqan Orkêş” kir
Tora Laliş/Duhok
Îro roja pênc şembûyê‌ 13î nîsana 2023,honermendê‌ efrêner û xudanê‌ sirûda(Hatim Lalişê‌..Laliş bi xêr û bêre),Sefqan Orkêş seredana baregayê‌ Bingehê‌ Laliş li Duhokê‌ kir û jilayê‌ “Seîd Cirdo” Serokê‌ Desteya Bilinda Bingehê‌ Laliş û endamên Desteya Bilind ve hate pêşwazîkirin.

Di hevdîtnê‌ da “Seîd Cirdo”Serokê‌ Desteya Bilinda Bingehê‌ Laliş xweşhalya xwe derbrî vê seredanê bo Bingehê‌ Laliş anîziman û bas li rolê‌ Bingehê‌ Laliş û kar û çalakî û bizavên encam didet hebûna vî bingehî bo xizmetkirina civaka Êzdiyan kir,ji layekê‌ dî ve ronahî xstine ser çend babetên coraûcor.

Li dûvda honermendê navhatî geryanek dinava pişk û avahyên Bingehê‌ Laliş da kir, ku bûne cihê‌ bal û serencrakêşa wî.

Paşî Serokê‌ Bingehê‌ Laliş bi Logoyekî rêzlênanê‌ dest xweşî û supasyên xwe arastî honermend Sefqan Orkêş kir.

Honermendê‌ navhatî birayê‌ honermendê‌ navdar Şeyda ye û derçûyê‌ Kulîja Adabê‌ beşê‌ Dîrokê‌ yeli zankoya Helebê‌.

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Mesrûr Barzanî: Naha ne dema siyaset kirinê ye û sektora me ya tenduristiyê di ezmûneke din re derbas dibe

Lalish Duhok

Li Bexda xwepêşander diçin ber koşka Fûad Masûm

Lalish Duhok

Cejna Cemayê li tevaya Êzidîyan pîroz be

Lalish Duhok