شبكة لالش الاعلامية

Mihemed Şiya Sûdanî: Neft bê şandin an neyê şandin, mûçeyê Herêma Kurdistanê emê bişînin

Mihemed Şiya Sûdanî: Neft bê şandin an neyê şandin, mûçeyê Herêma Kurdistanê emê bişînin

BasNews – Îro Serokwezîrê Iraq a federal Mihemed Şiya Sûdanî ragehand, neft ango petrola Herêma Kurdistanê bê şandin an neyê şandin, dê mûçeyê fermanberên Herêma Kurdistanê bişînin.

Sûdanî di çarçoveya beşdarî kirina Konferansa Iraqê ya ku li Bexda ya paytexta Iraq a federal birêve diçe de amaje bi wê yekê kir ku hikûmeta wan berpirse ji dabîn kirin û xerckirina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê.

Sûdanî got, hikûmeta federal berpirse di ber xerc kirina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê de. Çawa berpirse li ber xerckirina mûçeyê fermanaberên Enbar û Besrayê û herwaha eger em bigehin rêkeftina li ser henarde kirina neftê yan na li gel wê jî mûçeyê fermanberan dê her bê şandin.

SA

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Wezareta Tendirustiyê: 25 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Lalish Duhok

Alîkarîyên xwarinê yên awareyan hat kêmkirin

Lalish Duhok

Êzîdîyan encûmena xwe a taybet ava kirin

Lalish Duhok