شبكة لالش الاعلامية

Serokomarê Iraqê ji bo beşdarî vekirina Mûzexaneya Niştimanî ya Barzanî bibe li Hewlêrê ye

Serokomarê Iraqê ji bo beşdarî vekirina Mûzexaneya Niştimanî ya Barzanî bibe li Hewlêrê ye

BasNews – Îro 11.05.2023yê Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd geheşt paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê.
Li gor zanyariyan hatina Serokomarê Iraqê bi armanca beşdarî kirina vekirina Mûzexaneya Niiştimanî ya Barzanî ye, ku heman demê de hejmarekî berçav ji mêvanên navxwe û derve jî beşdarî merasîmê dikin.

Merasîm bi amadebûn û serpereştiya Serok Barzanî ve birêve diçe û duh êvari jî bi amadebûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê merasîma pêşwazî û xwarin dayîn mêvanên beşdarî vekirina mûzexaneyê bibin birêve çû.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di dema pêşwazî kirina li mêvanên Mûzexaneya Niştimaniya Barzanî de got: ‘’Ez gelek keyfxweşim ku hûn heval û hemahengê Kurdistanê ne.’’ Û got: Pêşdeçûnên mezin di çaresariya pirsgirêkên me yên li gel Bexdayê de tên dîtin.

Barzanî ragehand: ‘’Barzan herî kêm 16 caran wêran bûye û careke din hatiye ava kirin. Ji ber wê jî em diçin serdana wê mûzexaneyê dikin, ku behsa dîroka xelkê me dike. Me ji kuderê destpê kir û îro em li kuderê ne? gelek ji we jî hemahengkar bûn bo bi bingeh kirina vê Kurdistanê, ku îro em dibînin spas ji bo wê hemahengiya we û ji hemûyê giringtir jî gelek spas ji bo berdewam hevaltiya we.’’

SA

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serokê Encûmena Şingalê daxwazek li rêveberiya siyasî ya kurd dike

Lalish Duhok

Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê nû yê Komara Çekê yê li Iraqê kir

Lalish Duhok

Li Efrînê teqîneke mezin çê bû: Kuştî û birîndar hene

Lalish Duhok