شبكة لالش الاعلامية

Serokwezîrê Iraqê: Gelê kurd bi dirêjayiya dîrokê rastî zulmê hatiye

Serokwezîrê Iraqê: Gelê kurd bi dirêjayiya dîrokê rastî zulmê hatiye

BasNews – Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî di merasîma vekirina Yadîgeha Miştimanî ya Barzanî de got: “Em îro li vir li ser xakeke radiwestin ku dîroka gelê Kurd dîtiye”. Herwaha got: “Gelê Kurd di dirêjahiya dîrokê de rastî zilmê hatiye û gelek qurbanî dane.”

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî di gotarekê de got: “Hemû pêkhateyên Herêma Kurdistanê rûbirûyê dagîrkerî û tawanên rêjîma Beis bûne û îsbat kirine ku gelên Iraqê û hemû pêkhate, rûreşî û zulmê qebûl nakin.”

Serokwezîrê Iraqê got jî: “Gelê Kurd tevî birayên xwe yên din ên Iraqê bi dehan salan ji van çiyayên serbilind, rûbirûyê zilmê bûne.”

Sûdanî behsa Mela Mistafa Barzanî kir û got: “Yek ji wan kesên ku em îro bi bîr tînin, rêberê dîrokî yê netewî Mela Mistefa Barzanî ye. Qurbaniyên wî bûne, bûne sedema serkeftina Iraqê li ser zulm û dagîrkeriyê û di diyarkirina çarenivîsa gelê Iraqê de.”

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Bingehê Laliş roja(Zimanê Dayk)ê bilind nirxand

Lalish Duhok

Li Bingehê Laliş li Şêxan dewreya xurtkirina zimanê Îngilîzî bi dawî bû

Lalish Duhok

Nivîsîngeha Laliş Bêbanê kêşeya kêmbuna pertokan li xwandingehên Bozan çareserkir

Lalish Duhok