شبكة لالش الاعلامية

Heyder Şeşo: Hikûmeta Iraqê li hember cîhbicîh kirina rêkeftina Şingalê berpirs e

Heyder Şeşo: Hikûmeta Iraqê li hember cîhbicîh kirina rêkeftina Şingalê berpirs e

BasNews – Heyder Şeşo hikûmeta Iraqê li hember cîbicîkirina rêkeftina Şingalê wek berpirsyar dibîne û dibêje, ew çekdarên ku Şingal di destê wan de ye, rêgirî li vegera awareyan bo ser cih û warê xwe dikin.

Fermandarê Hêzên Êzîdxanê Heyder Şeşo îro sêşemê 13ê Hezîrana 2023an, li ser hewlên aliyan ji bo cîbicîkirina rêkeftina Şingalê û vegera awareyan bo ser warê xwe ji Kurdistan24ê re ragihand, Amerîka û Neteweyên Yekbûyî bi awayekî berdewam dibêjin, piştgiriya rêkeftina Şingalê dikin û dixwazin ew rêkeftin were cîbicîkirin, “lê belê axaftin tenê ne bes e û divê ev axaftin bibin pratîk”.

Li gor gotina Heyder Şeşo, nakokiyên navbera partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê û bi taybetî PDK û YNK, bandor li ser cîbicîkirina hemû rêkeftinên navbera herdu hikûmetên Iraq û Herêma Kurdistanê kiriye, bi taybetî rêkeftina Şingalê, loma daxwaz dikin, rêkeftina Şingalê ji milmilaniyên siyasî were cudakirin.

Fermandarê Hêzên Êzîdxanê Heyder Şeşo dibêje, cîbicîkirina rêkeftina Şingalê li stûyê hikûmeta niha ya Iraqê ye û ew hêzên çekdar ên li Şingalê ne û niha ew navçe di destê wan de ye, rêgirî li vegera awareyan bo ser warê bav û bapîrên xwe dikin.

SA

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serok Barzanî li ser koça dawî ya hunermend Mihemed Erbîlî peyamek belav kir

Lalish Duhok

Mesrûr Barzanî: Neşandina mafên me yên darayî ji aliyê Bexdayê ve, ziyanê digihîne welatiyên me

Lalish Duhok

Wekîlê Mîrê êzdiyan: Rêkeftina Şingalê gîro bibe bêhtir metirsî li ser Şingalê çêdibin

Lalish Duhok