شبكة لالش الاعلامية

Kevirê bingehî yê hejmarek projeyan li bajarê Duhokê hat danîn  

Kevirê bingehî yê hejmarek projeyan li bajarê Duhokê hat danîn  

BasNews– Kevirê bingehî yê qonaxa yekem a dirustkirina overpas li navenda bajarê Duhokê hat danîn û parêzgar jî dibêje, piştî cîbicîkirina van projeyan, kêşeya hatûçûnê dê bi awayekî berçav kêm bibe.

Îro Sêşemê 13ê Hezîrana 2023an, Wezîrê Şarevanî û Geştûguzariyê yê Herêma Kurdistanê Sasan Ewnî di gotarekê de diyar kir, dirustkirina overpas û enderpasa bi navê yek, kêşeya hatûçûnê li navenda bajarê Duhokê û li ser cadeya Barzan çareser dike.

Wezîrê Şarevanî û Geştûguzariyê Sasan Ewnî destnîşan kir, piştî dirustkirina van overpas û enderpasê, ji bilî lembeyên trafîkê yên Şêxanê, ti lembeyeke trafîkê li ser rêya hatûçûna welatiyên Hewlêrê û bajarên din ên Herêma Kurdistanê namîne dema serdana Duhokê dikin.

Li aliyê din, Parêzgarê Duhokê Elî Teter ragihand, dirustkirina zivirînê (uturn) kêşeyeke mezin a hatûçûna welatiyan li ser rêya Barzan çareser dike û sedemek dibe ji bo kêmbûna bûyerên hatûçûna rojane.

Parêzgarê Duhokê destnîşan kir, dema welatiyek ji Deriyê Sînorî yê Navdewletî ya Îbrahîm Xelîl ve diçe Hewlêrê, li temamê rêyê tenê lembeya trafîkê ya Şêxanê li ber wan dibe û di bernameya wan de heye ku wê lembeya trafîkê jî rakin.

SA

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Xortekî Kurd li Almanya di nav rûbarê Rhine de winda bû

Lalish Duhok

Kurdên Êzidî vedigerin Başîkê û perestgehên xwe nû dikin

Lalish Duhok

`Yên ku komkujiya Zîlan û Dêrsimê pêk anîn, îro êrişî Zaxoyê dikin`

Lalish Duhok