November 21, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Bedlîsî ji Şerefxanê Bedlîsî bêagahdar in!

Bedlîsî ji Şerefxanê Bedlîsî bêagahdar in!

Çavkanî :Rudaw

Şerefxan Bedlîsî ji malekê xanedanê kurdan e, li gor çavkaniyên dîrokî hem ew hem jî malbata wî gelek di xizmeta Kurdistanê de xîret kirine, lê  îro di derbarê malbata Şerefxanîyan û Şerefxan de gelek kes xwedî agahî nînin.

Di sala 1597an de cara pêşî dîroka kurd û Kurdistanê bi hibra Şerefxan Bedlîsî, Şerefname hate nivisandin. Li bajarê Bedlîsê li gelek erdan şûnwarên Xanedanîya Şerefxanî û Şerefxan Bedlîsî hene, lê ji ber qedirnedayinê niha halê wan berheman di metirsiyê de ye.

Dîroknas û lêkolînerên kurd dibêjin ku xwenasiya kurdan bi şarezabûyina dîrokê ava dibe û divê kurd li Şerefxan û Şûnwarên wî xwedî derkevin.

Dîroknas Şakir Epozdemîr dibêje ku Şerfxan bi nivîsandina berhema xwe ya Şerefnameyê kurd ji tunebûnê xilas kiriye.

Şakir Epozdemîr wiha ji Rûdawê re wiha got: “Temelê dîroka kurdan û Kurdistanê yê ku avêtiye Şerefxan bixwe ye, heke wî Şerefname ne nivisandiba,bawerke dîroka me heme hema winda dibûy, yanî tiştên ku di beriya wî de tê gotin ne tê de, belkî me tişteke ji Selaheddînê Eyûbî hereketê wî û ji seyahan tiştek me wergirta Şerefname Kurdan ji mirinê xilas kiriye.”

Malbata Şerfxaniyan û Pêşewa Şerefxan li Bedlîsê wek dewlet tevgeriyane, di her bihust erda Bedlîsê de nîşaneyek ji dewra wan heye lê dîrokzanên kurd bi vê bawer in ku kurd bi pergalek ji dîroka xwe dûr dikevin ji ber ku li bajarê Bedlîsê berhemên Şerefxan nayê zanîn û nayin parastin.

Lêkolîner Muzaffer Rizabeytorunlari jî wiha got: “Ronahî daye pêşiya me, bes îro mixabin ne kes pirtûkên wî nas dike, ne jî weqfa wî nas dike,  cihê wî ne welatê wî nas dike. Gelek kes kes nizanin ku Şerefxan kî ye, çend Şerefxan hene, di kîjan dîrokê de jiyane, hikumdariya wî hebûye tunebûye, li ser heqîyê bûye, neheqîyê bûye tişteke nizanin.”

Gelek kesên Şerefxan îro wek kesayetekê oldar nasdikin  û ji rewşenbîrîya wî û Şerefnameya wî ya ku destpêka dîroka Kurdistanê tê zanîn bêagahdarin.

Şerfxan Bedlîsî hem siyasetmedar hem jî rewşenbirek Kurd e, di sala 1597 an de berhema Dîroka Dewlet, Xanedan êl û eşîrên Kurdan nivîsîye, ew berhem niha li Oxfordê di pirtûkxana Bodleian de veşartiye herwisa li 4 zimanan hatiye wergrandin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi