شبكة لالش الاعلامية

Seîd Cirdo :Piştevaniya Herêma Kurdistanê jibo pêkhateyan li cîhanê dengvedan çêkirye

Seîd Cirdo :Piştevaniya Herêma Kurdistanê jibo pêkhateyan li cîhanê dengvedan çêkirye
Tora Laliş

Serokê Desteya Bilinda Bingehê Laliş li Dihokê ragehand ku Kurdistan yekemîn cihe ku tevaya aiyn û netewaya ku bikarin bi azadî tevaya rêûresem û cejinên xwe bigêrin , ev jî jibo wê yekê ku siyaseta dirost ya Hikumeta Herêma Kurdistanê beramber tevya aînan vedgere.

Seîd Cirdo , ji bo weşana Basnews amaje bi wê yekê kir ku Hikuneta Herêma Kurdistanê piştevanyeke mezin li tev pêkhateyên aînî û netewey dike .

Cirdo amaje bi wê yekê jî kir ”Serok Barzanî û pêşmergên Herêma Kurdistanê li dema tengaviyan de ruha xwe xistin ser destê xwe ji bo azad kirina navçeyên hemû pêkhateyan bi taybetî navçeyên Êzidiyan jiwana jî navçeya Şingal”.

Gotjî ”Eger Hikumeta Herêma Kurdistan neba niha rewşa awereyên hemû pêkhateyan xirab bûbû ji berkû yekem cihê parastina pêkhateyan tenê Herêma Kurdistanê ye”.

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi boneya sala nû ya koçî

Lalish Duhok

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê peyamek serxweşiyê belav kir

Lalish Duhok

Li Şêxanê 24 projeyên xizmetguzariyê tên cîhbicîh kirin

Lalish Duhok