شبكة لالش الاعلامية

Li navçeya Xankê simînarek li dor( Xankê ji komelgehê beref navçedarîbûnê) hate gêran

Li navçeya Xankê simînarek li dor( Xankê ji komelgehê beref navçedarîbûnê) hate gêran

Tora Laliş:

Li navçeya Xankê simînarek li dor( Xankê ji komelgehê beref navçedarîbûnê) hate gêran û çend boçon û pêşnyar hatin pêşkeşkirin.

Bingehê Laliş tayê xankê,îro 28î huzeyrana 2023, simînarek li dor( Xankê ji komelgehê beref navçedarîbûnê) jibo berêz “Zerdeşt Şêx Şamo”rêveberê navçeyê gêra, bi hazirbûna nûnerên dam û dezgehên hikumî û hizbî û jimareka mamusta û rewşenbîrên deverê.

Di smînarê da Zerdeşt Şêx Şamo rêveberê navçeyê, bi dirêjî behis li qonaxên navçedarîbûna Xankê kir û pirojeyên cudacuda yên divî mawey da hatîne encam dan.

Paşî hizr û boçûn û pêşnyarên amadbûyan hatine wergrtin ji layê rêveberê navçedariyê ve bo bihtir pêşkeşkirina xizmetgozaryan bo xelkê navçeyê.

Di layekê dî yê çalakyê da Diktor “Rêzan Hesun Giro”bi helkefta bidestxistina nameya Masterê(PHD) bi pila nayab li beşê nojdariya Diranan û mamosta Elî Silo Qasim”bi helkefta bidestveînana nama masterê bi pila nayab li beşê Bayolocî hatine xelatkirin ji layê Bingehê Laliş ve.

 

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Parlementerekî Kurdistanê: %80 xebatên amadekirina reşnivîsa Distûra Kurdistanê xilas bûne

Lalish Duhok

Keça Kurda Êzidî: DAIŞê keç û jin dikirin 3 lîste û difirotin

Lalish Duhok

Rêveberê Koç û Koçberan: Aware di azadin bo zivrîna ser cih û malên xwe

Lalish Duhok