شبكة لالش الاعلامية

Ji Hewlêrê bo Washingtonê: Ji berê zêdetir!

Ji Hewlêrê bo Washingtonê: Ji berê zêdetir!

Berdevkê Herêma Kurdistanê Sefîn Dizayî Serokê nû yê Dewleta Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump pîroz kir û ji îdareya nû ji bo Hêzên Pêşmerge dawaya zêdetir alîkarî kir.

Sefîn Dizayî ji Rûdawê re namzedê Partiya Komarî ya DYAyê Donald Trump nirxand.

Berdevk Sefîn Dizayî dupat li wê yekê kir ku pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê piştî Şerê Kendavê ê di sala 1991an de bi şêweyekî fermî dest pê kir û got, “Emê pêwendiyên xwe xurttir bikin.”

Berdevkê Herêma Kurdistanê wisa axifî:

“Em serkeftina gelê Amerîkayê û a Birêz Donald Trump pîroz dikin. Em hêvîdar in ku ji bo xurtkirina pêwendiyan dê rêya kabîneya berê bigirin. Şerê Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge li dijî DAIŞê hêza bingehîn e. Em temenî dikin ku Birêz Trump dê ji îdareyê berê zêdetir alîkariyê li Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge bike.”

Herwiha Sefîn Dizayî destnîşan kir ku daxwaza Herêma Kurdistanê ji Washingtonê şandina çekên giran e û wisa pê de çû:

“Li herêmê em li dijî DAIŞ û terorê şer dikin. Em ji bo hemû mirovatiyê şer dikin. Eger Mûsil rizgar bibe û tehdîdên wekî komên radîkal û terorê nebe hingê pêwistiya me bi çekên zêdetir jî nabe.

Ji bo Hêzên Pêşmerge re çekên giran û modern bê şandin û piştgiriya Wezareta Pêşmerge bê kirin em ji îdareya nû ya Amerîkayê daxwaza alîkarî û hevkariyê dikin.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Li kampa Mam Reşan Laliş Şingal bi boneya roja cilên kurdî şahiyek li dar xist.

Lalish Duhok

Artêşa Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê xaleke din a leşkerî danî

Lalish Duhok

Joe Biden bi Telefonê ligel Mesûd Barzanî Peyîvî

Lalish Duhok