شبكة لالش الاعلامية

Nêçîrvan Barzanî: Enfalkirina Barzaniyan îradeya serkeftinê li cem gelê Kurdistanê gurtir kiriye

Nêçîrvan Barzanî: Enfalkirina Barzaniyan îradeya serkeftinê li cem gelê Kurdistanê gurtir kiriye

Hewlêr (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê di salvegera çil saliya enfalkirin û bêserûşûnkirina heşt hezar Barzanî de ragihand, enfalkirina Barzaniyan “ne tenê hêz û îradeya gelê me ya ji bo têkoşîna li dijî zulm û dîktatoriyê sist nekiriye, lê ruhê rûbirûbûnê û îradeya serkeftin û azadî, li cem tevahiya gelê Kurdistanê germtir kiriye”.

Îro Duşemê 31ê Tîrmeha 2023an, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyamek bi boneya derbasbûna 40 sal li ser enfalkirin û bêserûşûnkirina heşt hezar zarok, ciwan, zilam û pîr ên Barzanî, belav kir.

Nêçîrvan Barzanî di destpêka peyama xwe de diyar kir: “Em îro bi rêz û hurmet 40 saliya enfalkirin û wendakirina 8000 zarok, ciwan, mêr û kalên Barzanî yên ku ji dawiya Tîrmeha heta nîvê Tebaxa 1983ê, li kampên bi zorê lê hatîne bi cîh kirin, bûne qurbaniyên tawaneke hovane û reşgîriyê ji aliyê rejîma hîngê ya Iraqê ve êdî ew qet venegeriyan.”

Serokê Herêma Kurdistanê destnîşan kir: “Bi hezaran malbatên Barzaniyan yên bê desthilat li kampa Quştepe, Behirka, Herîr, Soran û cihên din bê bav û bira man û bi hezaran jinên Barzanî bê mêr man û neçar bûn rûbirûyê çarenivîsekê ne diyar û dijwar bibin û li hember bi dehan derdeserî û nexweşiyan li berxwedan û bi tenê man.”

Her wiha diyar kir: “Ew ji zarokên xwe ra bûne bav û ji bo perwerdekirin û debara jiyana xwe û mezinkirina wan gelek êş kişandin. Wan li hember tunebûn, xizanî û tenêtiyê tehemûl kirin û bi moral û ruhekî mezin rûbirûyê jiyanê bûn û bi jîrî nifşekî niştimanperwer û welatparêz bi jêhatî perwerde kirin. Ez destên her yek ji van dayikên mîhreban û dilsoz maç dikim.”

Nêçîrvan Barzanî ragihand: “Enfalkirina Barzaniyan wek hemû tawanên ku li dijî gelê Kurdistanê hatine kirin, ne tenê hêz û îradeya gelê me ya ji bo têkoşîna li dijî zulm û dîktatoriyê sist nekiriye, lê ruhê rûbirûbûnê û îradeya serkeftin û azadî, li cem tevahiya gelê Kurdistanê germtir kir û bi baweriyeka mukimtir berdewamiyê bi tekoşînê da.”

Serokê Herêma Kurdistanê got: “Bi vê minasebetê em silav li qurbaniyên Enfalê û hemû şehîdên Kurdistanê dikin û bejna xwe li hember giyanê wan ditewînin. Silav û spas ji bo hemû camêrên Hewlêr û derdora wê, li Herîr, Batas, Soran û li her derê ku lê bûn, ku alîkariya malbatên enfalkiriyên Barzanî kirin û sitarê dane wan.”

Di dawiya peyamê de diyar kir: “Di vê helkeftê da ku Herêma Kurdistanê di rewşeke hestiyar ra derbas dibe, em tekezî li ser yekdengî û yekrêziya hemû partî û pêkhatên Kurdistanê dikin ku yekane rêya serfirazî û serkeftinê ye.”

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Li Şingal.. Ji ber hebûna Heşda Şebî kar li ser gorên bikom nayê kirin

Lalish Duhok

Peyama Serok Barzanî ya bi helkefta Cejna Newrozê

Lalish Duhok

Ji Serokatiya Kurdistanê daxuyaniyek tund

Lalish Duhok