شبكة لالش الاعلامية

Serok Barzanî pêşwazî li serokê encûmena bilind a Îslamiya Iraqê kir

Serok Barzanî pêşwazî li serokê encûmena bilind a Îslamiya Iraqê kir

BasNews – Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li serokê encûmena bilind a Îslamiya Iraqê kir û di hevdîtinê de pêşhateyên dawî û guhertinên nav proseya siyasî ya Iraqê hatin gotûbêj kirin.

Îro 05.02.2022yê li Selahedîn, Serok Barzanî pêşwazî li serokê encûmena bilind a Îslamiya Iraqê Humam Hemûdî û şandeya li gel kir. Di hevdîtinê de pêşhateyên dawiyê û guhertinên nav proseya Iraqê hatin gotûbêj kirin. Herwaha li ser pêngavên destûrî yên piştî helbijartina encûmena nûnerên Iraqê jî hatin gotûbêj kirin û ronî kirin.

Di hevdîtinê de li gel amaje bi pêwendiyên dîrokî yên di navbera pêkhateyên Iraqê hate kirin, nêzîkbûn û hemahengî û berdewamiya pêwendiyên di navbera aliyên siyasî jî hat ziman û giringiya wê ya derbas kirina pêşxistina proseya siyasî ya Iraqê amaje pê hate kirin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Rêveberya Giştî ya Karubarên Êzidyan ronkirnek belavkir.

Lalish Duhok

Serok Barzanî Cejna Çileyê Havînê ya Êzdiyan pîroz kir

Lalish Duhok

Li Herêma Kurdistanê 2024 kesên din bi Koronayê ketin

Lalish Duhok