شبكة لالش الاعلامية

Li Hewlêr, Duhok û Bexdayê merasîma bîranîna jenosîda Şingalê dê birêve biçe

Li Hewlêr, Duhok û Bexdayê merasîma bîranîna jenosîda Şingalê dê birêve biçe

Di salvegera komkujiya Şingalê ya sala 2014ê de, ku ji aliyê gruba terorîst a DAIŞê ve pêkhat, Hikûmeta Herêma Kurdistanê amadekarî kiriye ku li Hewlêr, Duhok û Bexdayê merasîma taybet a bîranîna wî tewanî dê birêve biçe.

Berpirsê ofîsa rizgarkirina Êzdiyan Husên Qaîdî ragehand: ‘’Roja 3yê Tebaxê salvegera jenosîda Şingalê dê bi gelek çalakiyên cuda cuda ve bê bîranîn û li Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê û bajarê Duhokê, herwaha li Bexda ya paytexta Iraq a federal, merasîma taybet a bibîranîna wê tewanî dê birêve biçe.’’

Her vê derbarê de sekreterê rojnamevaniya parêzgarê Duhokê Milet Îsmet jî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Hikûmeta Herêma Kurdistanê amadekarî kiriye ku roja 3yê Tebaxê ku salvegera jenosîda Şingalê ya sala 2014ê ye, li salona konferansên zanîngeha Duhokê merasîmeke giranbaha ve dê salvegera jenosîda Şingalê birêve biçe.’’

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serok Barzanî: Qasim Leyla Qasim sembola azadîxwazî û fedekariya keça kurd e

Lalish Duhok

Serok Barzanî pîrozbahî li Mihemed Hacî Mehmûd kir

Lalish Duhok

Bexdayê bi Barzanî re planên şerê Mûsilê gotûbêj kir

Lalish Duhok