شبكة لالش الاعلامية

Qaymeqamê Şingalê: Xebatên parêzgehkirina Şingalê xurt bûne

Qaymeqamê Şingalê: Xebatên parêzgehkirina Şingalê xurt bûne

BasNews

Qaymeqamê Şingalê dibêje, xebat û hewlên parêzgehkirina devera Şingalê xurt bûne û gelek alî jî piştgirî dikin.

Qaymeqamê Şingalê Mehma Xelîl ji BasNewsê re got, hewl û xebatên parêzgehkirina Şingalê xurt bûne ji ber ku beriya niha Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî gotibû nabe êdî Şingal bibe qurbanî lewma divê xewna Şingaliyan were cîh, ew jî parêzgehbûna Şingalê ye.

Mehma Xelîl her wiha got, hemû pêkhat, mezin û partiyên siyasî piştevaniya hewl û sozên Barzanî dikin bo parêzgehkirina Şingalê. Biryar e di qonaxa yekem de bajar were nûjenkirin û paşê mijara parêzgehbûnê bikeve rojeva hikûmeta Iraqê.

Qaymeqamê Şingalê anî ziman ku bajarê Şingalê wêran bûye lewma divê ji nû de were avakirin û got, divê alîkariya Şingalê bê kirin û parêzgehbûna wê jî bikeve bernameya kar.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Seredana Barzanî bo Enqerê yekem encama xwe da

Lalish Duhok

Li Şingal Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî alîkariya 2 heza malbatên koçber dike

Lalish Duhok

Li Iraqê 60 kesên din bi Koronayê mirin

Lalish Duhok