شبكة لالش الاعلامية

Peyamên WhatsAppê jê naçin!

Peyamên WhatsAppê jê naçin!

Çavkanî :Rudaw

Lêkolînerên ewlehî karûbarên sepana WhatsAppê koland û gihîştin encameke sosret.

Li WhatsAppê wekî her sepana mobîl bijardeya jêbirinê heye. Bikarhêner dikarin yek bi yek an bi giştî peyamê xwe jê bibin.

Ji aliyê din ve bikarhêner dikarin li ser sepanê bi rêya hejmara telefonê axaftinên xwe yên WhatsAppê reş bikin. Lê, hat zanîn ku ew peyam jê naçin.

Lêkolînerê ewlehiyê Jonathan Zdziarski da zanîn ku dîmen û axaftinê li nava WhatsAppê bi temamî ji nayê reşkirin û di nava sepanê de dimînin.

Axaftinên WhatsAppê ji ber pirsgirika pirtûkxaneya navik û SQLiteê bi giştî reş nabe û wekî SMS.db lê dimîne.

Herwiha Jonathan Zdziarski dide zanîn ku li ber pirsgirêka WhatsAppê peyamên bikarhêneran ji bo iCloudê tê veguheztin û got, “Ew pirsgirêk ne pirsgirêkeke metirsîdar e.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Li herêma Kurdistanê 687 kesên din bi vîrusa korona ketin

Lalish Duhok

Gencên Êzdiyan bi rêya berîkaneyên rewşenbîrî xwe pêşdixin

Lalish Duhok

Li Herêma Kurdistanê 353 kes bi coronayê ketin

Lalish Duhok