شبكة لالش الاعلامية

Serokê herêmê di salvegera enfalkirina Barzanîyan da peyamek belav kir

Serokê herêmê di salvegera enfalkirina Barzanîyan da peyamek belav kir

 

Serokê herêma Kurdistanê di yada enfalkirina Barzanîyan da peyamek belav kir û têda ragîhand; çi cara Barzan serê xwe bo dijminan ne çemandîye û çi carekê îradeya wan nehatîye şikandin û li ser rêbaza xwe berdewamin.

Mesûd Barzanî divê peyamê da spasîya xelkê Hewlêrê û Herîr û Soran kir ku di rojên nexweş û berteng da hevsozên Barzanîyan bûne û alîkarîya wan kirîye û berî sîh û sê salan rejîma Beesi bi şêweyekê hovana heşt hezar zilamên Barzanî bi pîr û genc, her ji jîyê neh salî heta pîremêrên 90 salî berbi bîyabanên başurê Îraqê birin û bi şêweyekê ne mirovane bi kom kuştin.

Serokê herêmê divê peyama xwe da amaje kirîye zincîre karesat û qurbanîdanên gelê Kurdistanê û dupat kirîye, her çende karesatên dil tezîn û mezin bûne, lê azadî û serxwebûn bi vê çendê bi destve tên, wek Barzanîyek jî xwe bi serbilind bînim ku ji pêxemet rizgarî û serxwebûna gelê Kurdistanê qurbanî dane û nehametîyeka zor dîtîye.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Bingehê Laliş:Bi rêz û dilbîrînaneka mezin da, em 40 salîya Anfal û bê serucihbûna Anfalên Barzanîyan li bîrdînîn

Lalish Duhok

Li Bingehê Laliş / Şêxan civîneke diyalogê li ser Şev Berat pêk tîne

Lalish Duhok

Serokê Herêma Kurdistanê li gel Wezîrê Derve yê Îtalya civiya

Lalish Duhok