Rê û resmên cejna çilê havînê bi çi şêwe tê gêran
Hersal li destpêka meha tebaxê bawermendên ola Ezdî cejna Çilê havînê pîroz dikin. Ev eydeke gele kevine û bi heyacaneke mezin di Zyareta êzdîyan ya pîroz Lalişa Nûranî de tê derbaz kirin. Ango, bi bîr û bawerîya kurdên êzîdî salê de du Çile hene, Çilê havînê û Çilê zivistanê. Ango Çil rojê here sar li zivistanê û Çil rojê here germ li havînê. Tê kivşê ku ev eyd demên salê ve û steyrknasiyê ve girêdaye. Kesên çile digrin dibêjine wan – çilegir.
Girtina çileyê bi feqrê va girêdayîye û armanca wê kuştina nefsê ye û çilegir bi wî awayî xwe dûrî xweşîyên dinyayê dikin û bi dua û ebabetê xwe nêzîkî Xwedê dikin. Eyda Çilê havîne sê roja berdewame û li Lalişa Nûranî da bi rê û rizmên dînî derbas dibe. Hilkirina çira, qewl û beyt, def û şibab, sema, siwar kirina Tawisê li wan rojan tên derbas kirin. Ev eydeke mezin e bona kesên ku di riya Siltan Şîxadî da diçin. Şîxadî û xasên wî jî çilegir bûn û xwe dûrî xweşiyên dinyayê kiribûn.
Berî eydê Ruhanîya êzdîyan, Extîyarê mergê (Bavê Şêx), Pêşîmam, Bavê Çawîş, Feqîr çil roj ji mal dernakevin û rojî digirin. Dua dikin, ji Şîxadî dixwezin ku ew li dinyayê u êzdîxanê bê rehmê, hêvî dikin ku Çil rojên germ bi sivikayî ser milet re derbaz be. Xêncî wê gelek êzdîyên dîndar hene ku cilêxana Şîxadî digirin, wan re jî dibêjin cilegir. Paşî çil roja Lalişê de cejnê dikin. Milet diçe ber Lalişê, xêre xwe dibe Ziyaretê. Qewal u Feqîr ji diçin li Ziyaretê, êvarê xelq berbi dergê Şîxadî kom dibe. Qewal şîretan dide milet û qewla wana re dibêje.
Paşê Feraş çira ceqelt derdixe û Feqîr bi Tac û Hilê Şîxadî ji ziyaretê derdikeve û Ruhanîya êzdîyan berbi mêlodya def û şbaban semayê dikşînin. Pey ra simat tê belav kirin nav cimaetê de û êzdî eyda hev pîroz dikin. Bi wî teherî eyd 3 roja berdewam dibe. Îsal jî 1 meha tebaxê heta 3 meha tebaxê Eyda Çilê havîne ye.
Bila Siltan Şîxadî duaçiyê we be! Bila aştî û edlayî li dinyayê da hebe! Eyda Çilê havînê li hemû êzdiyan pîroz be!
Riataza
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî