شبكة لالش الاعلامية

Bingehê Laliş salvegera bîrewerîyên Komkujîyên Gir’zêr û Sîba Şêxidrê û gundê Koço  bi çendîn çalakiyan saxkir

Bingehê Laliş salvegera bîrewerîyên Komkujîyên Gir’zêr û Sîba Şêxidrê û gundê Koço  bi çendîn çalakiyan saxkir

Tora Laliş:

Êvarya îro Duşembûyê 13 î Tebaxa 2023 ê, Desteya Bilinda Bingehê Laliş yê rewşenbîrî û komelayetî bi hevkarî li gel Tayên Şingal û Sinûnê û Nivîsîngehên bi serve, salvegera bîreweryên komkujyên Gir’zêr û Sîba Şêxidrê û tawana li djî Êzidîyan li gundê Koço hatîye kirin bi çendîn çalakîyan li kempa Qadya saxkir bi amadebûna çendîn kesayetîyên hizbî û olî û emnî û civakî û kargêrî.

Li dûvda çend peyv ji alyê berêz Se’îd Cirdo Serokê Desteya Bilinda Bingehê Laliş û peyva qurbanîyan ji layê kiçê û Newzad hadî berpirsê nivîsîngeha rêkxistina Neynewa ya Partî Dîmukratî Kurdistan ve hatine pêşkêşkorin.

Li dawya çalakîyê honermendê filiklorî Xelo Şingalî çend sitranên xemgîn ku derbirîn ji herdû komkujîyan dikirin gotin.

SA

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serok Barzanî salvegera damezirandina bingeha Laliş pîroz kir

Lalish Duhok

Desteya Bilinda Bingehê Laliş çar pertûkên nû weşandin.

Lalish Duhok

Barzanî: Oparasyona hevpişk ya pêşmerge û supayê Îraqê dirokîye

Lalish Duhok