شبكة لالش الاعلامية

Razîbûn li ser sindoqa avedankirina Şingalê‌ hat kirin

Razîbûn li ser sindoqa avedankirina Şingalê‌ hat kirin

Endamekê‌ Civata Nûnerên Iraqê‌ diyar kir, Mehemed Şiya Sûdanî, Serokê‌ Hiukmeta Iraqê‌ razîbûn li ser danana sindoqa avedankirina Şingalê‌ kiriye di budceya ev sale da.

Mehema Xelîl, endamê‌ civata nûnerên Iraqê‌ bo evro xuiya kir, piştî wan bi nvîsareka fermî daxwaz ji Serokê‌ Hiukmeta Iraqê‌ kirî, sindoqa avedankirina Şingalê‌ were danan, serokê‌ hiukmetê‌ razîbûna xwe li ser danana wê‌ sindoqê‌ di çarçûveya budceya ev sale da diyarkiriye û got: ” Eve wê‌ bibe egerê‌ avedankirina Şingalê‌ û rewiş wê‌ ber bi başiyê‌ ve here û aware wê vegerin ser mal û halê xwe”.

Refet Simo, cêgrê‌ parêzgarê‌ Neynewa bo karubarên îdarî bo evro xweyakir: ”Danana sindoqa avedankirina Şingalê‌ wê‌ bibe eger rewişa Şingalê‌ xoş bibe, ji berku heta niha Şingal ya wêrankiriye û ew pare(dahatê) ji dewletan bo Şingalê‌ hatî terxankirin hemû di wê‌ sindoqê‌ da dê‌ hête komkirin û Şingal dê‌ pê‌ were avedankirin”.

 

V:CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Nivîsîngeha Laliş Dêrebûnê konfiransê xwe gêra û desteya nû hate helbijartin.

Lalish Duhok

BI bejdarbuna Bingehê Laliş rêwresmên destpêkirina şeşemîn fistevala Duhok ya rewşenbîrî hat gêran

Lalish Duhok

Bingehê Laliş: Êzdî pişkeka resen yên vê parêzgehê ne

Lalish Duhok