شبكة لالش الاعلامية

Şeş Kurdên Êzidî li daristaneke rojhilatê bakurê Yûnanistanê asê mane

Şeş Kurdên Êzidî li daristaneke rojhilatê bakurê Yûnanistanê asê mane

Hewlêr (Rûdaw) Li daristaneke rojhilatê bakurê Yûnanistanê çend koçberên Kurdên Êzidî asê mane û xwarin û vexwarin jî  bi wan re nemaye.

Şeş Kurdên Êzidî ku bi xeyalên jiyaneke baştir dixwestin biçin Ewropayê, ji sînorê Tirkiyeyê derbasî Yûnaistanê bûn.

Her şeş kes ku di nava wan de jin û zarok jî hene li daristaneke rojhilatê bakurê Yûnanistanê asê mane.

Yek ji koçberan bi rêya telefonê dîmen ji Rûdawê re şandin.

Koçberê ku nexwest navê wî were eşkerekirin got: “Rewşa me gelek xirab bûye û xwarin û vexwarin bi me re nemaye.”

Wî koçberî herwiha da zanîn ku ji bilî keç û hevjîna wî sê kesên din bi wan re ne û ew hemû xelkê nahiyeya Sinûnê ya Şingalê ne.

Bi gotina wî ji ber tî û birçîna nikarin gavekê biavêjin û herwiha nizanin ku derê ve jî biçin.

Qaçaxçiyan beriya sê rojan ew şeş koçber, bi otomobîla xwe birine ser Çeme Merîçê yê di navbera Tirkiye û Yûnanistanê de û ew li wê derê hiştine.

Qaçaxciyan ji wan re gotine 10 seatan bi meş herin hûn dê bigihin nav bajêr lê ev sê roj in dimeşin û  rêyeke zehmet derbas kirine û hêj negihiştine ti bajarekê.

Ew her şeş kes li herêma çiyayî ya daristana navçeya Sufliyê ya Evrûsa Yunaistanê asê mane û dixwazin hin kes bi hawara wan ve biçin.

Koçberê Kurd di heman demê de eşker kir ku doh piştî nîvro wan pêwendî bi polîs û rêxistinên sivîl ên Yûnanistanê re kirine û got:

“Wan soz dan me ku dê bilez xwe bigihînin me lê heta niha kesî alîkariya me nekiriye.”

 

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Germa Havînê û Nebûna Elektrîkê Penaberên Şengalê Perîşan Kirine

Lalish Duhok

Qasim Dirbo : yek ji serkrdên parastina çîyayê şingalê hat xelat kirin li mala Êzidîyan li oldinborg

Lalish Duhok

Peyama Serok Barzanî ji bo cejna sersala olî ya êzdiyan

Lalish Duhok