شبكة لالش الاعلامية

Rêveberê Nahiya Başîkê:Bingehê Laliş rolekê kara bo gehandina dengê welatiyan bo cihên peywendîdar heye

Rêveberê Nahiya Başîkê:Bingehê Laliş rolekê kara bo gehandina dengê welatiyan bo cihên peywendîdar heye

Tora Laliş ya Mediyayî:

Rêveberê Nahiya Başîkê seredana Bingehê Laliş tayê Behzanê kir û rolê Bingehî di biyavên cuda cuda bilind nirxand.

Îro 3î eîlula 2023,berpirs û endamên Bingehê Laliş tayê Behzanê bi berhevbûna komeka heval û dostên bingehî pêşwazî li berêz Xezwan Hamd Eldawdî rêveberê Nahiya Başîkê kir,di hevdîtnê da komeka babetên girêdayî bi rewşa deverê ve gengeşekirin.

Rêveberê Nahiya Başîkê ji nêzîk ve gohdarî kêşeyên xelkê deverê bû,ku bersva pirsyar û boçonên berhevbûyan yek bi yek dan.

Di layekê dî yê hevdîtinê da behis li kar û çalakyên Bingehê Laliş tayê Behzanê û bizavên berdewam yên bingehî bo gehandina dengê welatyên deverê bo cihên peywendîdar hate kirin û rêveberê nahiyê rolê bingehî bo vê meremê bilind nirxand.

 

CH

 

    

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Keçên êzîdî li Mûsilê ji bo Teleferê hatin veguhestin

Lalish Duhok

Bingehê Laliş peyameke pîrozbahiyê belav dike

Lalish Duhok

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Tirkiyê kir

Lalish Duhok