شبكة لالش الاعلامية

NY: Piştî 100 rojan di şerê Ukraynayê de kesek bi ser neket

NY: Piştî 100 rojan di şerê Ukraynayê de kesek bi ser neket

Neteweyên Yekbûyî (NY) eşkere kir, piştî derbasbûna 100 rojan di ser şerê Ukraynayê re, heta niha kesek di vî şerî de bi ser neketiye.

Li gor nûçeya AFP, artêşa Rûsyayê ji rojhilatê Donbasê ve pêşve diçin, bû 100 roj li Ukraynayê şer heye, Neteweyên Yekbûyî di wê baweriyê de ye ku ti kes di vî şerî de bi ser neketiye.

Alîkarê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî bo Karûbarên Ukraynayê Emîn Ewez ji AFPê re ragihandiye, kesek di vî şerî de bi ser neketiye, aliyê serkeftî yê di şerê Ukraynayê de xuya nake.

Li ser vê mijarê, Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky diyar dike, hêzên Rûsyayê ji sedî 20ê axa Ukraynayê kontrol kiriye, di nav wan de Girava Qirimê û deverên ku ji sala 2014an ve di bin siya kirêgirtiyên Rûsyayê de ne.

Herwiha tê diyarkirin ku piştî derbasbûna 100 rojan di ser şerê Ukraynayê re, artêşa Rûsyayê 243 zarok kuştine û 446 zarok jî birîndar in. Volodimir Zelensky dibêje: “Gelê Ukraynayê xwe radestî artêşa Rûsyayê nakin.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Mesrûr Barzanî hişyarî da hêzên li nêzîkî sînorê Kurdistanê

Lalish Duhok

PAK: Em Cejna Çileya Havînê li xwişk û birayên xwe yên Êzidî pîroz dikin

Lalish Duhok

Rêber Ehmed: Hebûna PKKê ya li Şingalê faktora nearamiya herêmê ye

Lalish Duhok