شبكة لالش الاعلامية

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo Lûtkeya Keşûhewayê ya Cîhanê hat vexwendin

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo Lûtkeya Keşûhewayê ya Cîhanê hat vexwendin

BasNews– Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro pêşwazî li Konsolê Giştî yê Îmarata Erebî li Herêma Kurdistanê Ehmed Îbrahîm El Zahirî kir.

Konsolê Giştî yê Îmaratê vexwendnameya Cîgirê Serokomar, Serokwezîr û Mîrê Îmaratê Şêx Mihemed Bin Reşîd El Mektûm gihand Serokwezîr Mesrûr Barzanî, ji bo beşdarbûna di Lûtkeya Keşûhewayê ya COP28 de ku dê di 1 û 2ê Berçile de li Dubayê were lidarxistin û bi Roja Niştimanî ya Îmaratê re hevdem e.

Di wê lûtkeyê de, guftûgo derbarê rûbirûbûna bandorên nerênî yên guherîna keşûhewayê li ser cîhanê bên kirin.

 

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Dijeterorê Kurdistanê derbarê êrîşa îro li Hewlêrê de daxuyaniyek belav kir

Lalish Duhok

Bingehê laliş: Êraqî li dijî gendelyê xopîşandana dikin ne ku li dijî mafên destûrî yên pêkhata û Herêma Kurdstanê.

Lalish Duhok

Rêxistîyê terorîstîya Daişê Ebu Umer Çîçanî hat kuştin

Lalish Duhok