شبكة لالش الاعلامية

Bi sedan endamên YNKê beşdarî PDKê bûn

Bi sedan endamên YNKê beşdarî PDKê bûn

BasNews – Îro 04.12.2023yê bi sedan endamên YNKê pêwendî li gel PDKê kirin û beşdarî nav rêzên PDKê bûn.

Cîgirê berpirsê komîteya Pencaelî ya YNKê li Kerkûkê Cemal Hesen Axa Zengene ku du birayên wî jî şehîd in, li gel hejmarek meriv û kesûkarên xwe beşdarî nav rêzên PDKê bûn.

Vê derbarê de berpirsê mektebên rêxistina Kerkûk – Germiyanê yê PDKê Dr. Kemal Kerkûkî ragehand: ‘’Ew endamên YNKê yên hatin nav PDKê gotin ji roja xiyaneta 16ê cotmehê heta nahe dilê me ji YNKê sar bûye û me biryar da em berê xwe bidin PDKê.

Herwaha Dr. Kemal Kerkûkî diyar kir, deriyê PDKê ji bo wan vekiriye û wan biryar daye vê helbijartinê de bixwe û merivên xwe û kesûkarên xwe ve di helbijartinên encûmena parêzgeha Kerkûkê de, deng bidin lîsteya PDKê.

Herwaha îro Komîteya Şorîce ya YNKê jî beşdarî nav rêzên PDKê bû û biryare bi sedan endamên din jî biçin beşdarî nav rêzên PDKê bibin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Li Enqerê Komeleya Ziman û Çanda Kurdî hate avakirin

Lalish Duhok

Rêveberya Giştî ya Karubarên Êzidyan ronkirnek belavkir.

Lalish Duhok

Bingehê Laliş pîrozbahî li rêveberê Asayşa Şêxan kir

Lalish Duhok