شبكة لالش الاعلامية

Bingehê Laliş-Elmanîya civîna Dû yê bi US re pêkanî

Bingehê Laliş-Elmanîya civîna Dû yê bi Diplomatkarên US re pêkanî

Lalish Media Network – Elmanîya / Hejar Midîr

li destpêka civînê Kunsilê Giştî yê US xweşhalîya xwe anî ziman bi dîtina şandê bingehê Laliş u bal kişande li ser polotîka US ji bo Ol u netewên li Îraqê u Surya ..Bo cara diwem civîn u hevdîtin di neqeba Bingehê Laliş – Elmanîya u Kunsilxaneya US ya Giştî li Elmanîya li bajarê Düsseldorf li 01.12.2014 li baragayê Kunsilxanê hate sazkirin …

piştra şandê Êzidîyan ji Bingehê Laliş sopasîya Diplomatkarên US li Kusilxaneyê kirin sebaret wan hevdîtina u serdana wan ya li 20.08.2014 bo Bingehê Laliş li bajarê Bielefeld .

Şandê Bingehê Laliş her weha basê rewşa perîşana neha ya Awereyên Êzidî li Kurdistanê u serê Çîya yê Şingal kirin, gotin jî ku heya neha çendîn cadirên xêzanên Şingalî şewitîne u kes mirine ji egerê kêmasîyan .

di alyekê dîtir da bingehê Laliş çend xal rêzkirin wek daxwazî u pêşinyar ji wana :

1- çima heya neha Şingal nehatîye rizgar kirin li demekî ku nêzîkî 400 hezar awereyên Êzidîyên Çîya yê Şingal di rewşeka perîşan dene ..

2- Aye we Hizir u çi pilan heye wek US u hevpeyîmanên xwe ji bo Azadkirna Jin u Zarokên Êzidîyan ewên neha di destê Dahişên Terorist da Êxsîr u Dîl .

3-Rolê rêkxirawên navnetewî u heyeta UN zor lawaze, u li gor pêwîst harîkarîya awereyan nakin li herîma Kurdistanê em daxwaz dikin ku bi zûtirîn dem alîkarîya bigehînin wan berî ku nexweşî peyda bibin ji ber ku rewşa wan pir xirab u perîşane u bi dehan kes di yek Odê da yan Çadirekêde dimînin u rewşa jîyana wan pir xirabe..

4- Em daxwaz dikin ku hêjî zêdetir alîkariyên Serbazî u Logostî bidin Pêşmerge u hêzên Êzidiyên serê Çîay yê Şingal u hêrişên li ser Dahiş bêne zêdetir kirin .

5-Em pêştevanîya Pêşinyara berêz Şêx Şamo Endamê P.Kurdistanê u serokê desteya bilinda bingehê Laliş dikin ku Şingal bibe perêzgeh u bikeve ser Hikumeta Kurdistanê ve .

Hemî xal bi vekirî hatin niqaşkirin u Kunsilê US ronkir ku Amrîka neha li seranserî Cîhanî bi sê kirîzan ve serqale ( Teroristên Dahiş – ISIS , Kirîza Ukreina u Ebola ) u bal kişande li heydarbûna wan bi rewşa Êzidîyan .

li dawiyê got jî ku ewên wan xalên hatîne bas kirin rewaneyî Îdraya US li washington bikin .

her weha li dawiya civînê herdû aliyan xweşhalîya xwe derbirî u daxwaza berdewamîya Têkilyan kirin u Bingehê Laliş jî dîyareka ku Wênê peristgeha pîroza Laliş bû pêşkêşî Kusilxaneya US kirin …

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Seîd Cirdo serokê desteya Bilinda Bingehê Laliş beşdarî Li bîranîna 35 saliya Enfala Badînan de kir.

Lalish Duhok

Parlementoya Kurdistanê pîrozbahî li mîr Hazim Tehsîn Beg kir

Lalish Duhok

Piştî çûyîna rêxistinên biyanî mûçeyên karmendên kampên penaberan hatin birîn

Lalish Duhok