– Serokê Perlemanê Kurdistanê u Şêx Şamo bi Aramê (dîwarê Berlînê) ji bal şandê Elmanî ve hatin xelatkirin.
– Şêx Şamo : Elmanîya Fedral welatê dûyê ye ji bo me Kurdên Êzidî
– Ne Hikumeta Îraqê u nejî UN ji bo Kurdên Êzidî wek pêwîst be erkê xwe ranebûn
Lalish Media Network – Taybet
Bi merema ji nêzîk haydarbûn li ser rewşa Kurdistanê bi giştî u ya Êzidîyan bi taybetî şandekî Elmanî yê pêkhatî ji herdû perlemantarên Partîya Kesika Elmanî bi serokatîya berêz ( Cim Audemiz) ku serkirdeyekê bilinde di nav P-Kesika Elmanî da u perlemantarê welatê Elmanîya ( Tom Cuinges) di gel wan de berêz Şehab Dax serokê Mala Êzidîyan – Oldenburg u zêdebarî ( Geurg Eintsveiler ) Kunsilê Giştîyê Elmanî li Hewlêrê .
Li gor bernamê kar li 14/11 serdana peristgeha pîroza Laliş kirin u b merema ji nêzîkve rewşa Êzidîyan bibînin u ji layê Hazim Tehsîn Beg ve wekîlê Mîrê Êzidîyan u çend kesatîyên Êzidî ve hatine pêşwazîkirin , piştra serdana Kempa awereyên Komelgeha Xanikê u Gundê Sêcê li Sêmêlê kirin ( Rewşa jîyana wan ya nexweş u der u daxwaziyên wan ji nêzîk ve guhdarî kirin ) hejî ye bêjin ku berêz Şêx Şamo jî amadebibû .
Her weha şandê han ji aliyê berêz ( Dr.Yusif Muhemed ) serokê Perlemantoya Kurdistanê u bi hazirbûna Şêx Şamo Endamê Perlemantoyê li Hewlêrê hatin pêşwazîkirin, divê seredanê de herdû aliyan bi dirêjî basa rewşa deverê u kawdanên sextêt ku Kurdistan u dever bi giştî têde derbas dibe ji sedema hêrişên teroristiyên Dahiş u tirs u zordarîya li ser Kême Olên li Îraqê bi giştî u bi taybetî wan dîmenên nexweş u Jînosaîda bi ser Êzidîyan de hatî bi dirêjî bas kirin.
Her li heman mijar u civîn ew bû ku berêz Şehab Dax serokê Mala Êzidîyan axivî u amaje da karesata nexweşa bi sereê Êzidîyan hatî da, u bi hijmar Kuştinêt bi koman u Girtin u Êxsîr u Dîl girtin u firotina Jin u Keçên Êzidîyan u awerebûn u bê mal u hal bûna xelkê me çi li Kempa u çi li ser Çîya yê Şingalê , I dawiya axiftina xwede ji serokê perleman xwest ka wek Perleman u Herêma Kurdistanê hewildanek heye ji bo qortalkirna girtiyêt destê Dahiş da u rizgar kirna xelkê me ji vê rewşa nexweş ?, di bersiva vê pirsê da serokê perleman got :em haydarî rewşa Kurdên Êzidî ne bi giştî, u dîdara berî çend rojan digel serokê herêma Kurdistanê her tişt hate bas kirin u em agehdarin u bername heye ji bo rizgarkirna Êxsîr u girtiyêt di destê Dahiş da u rizgarkirna bi êkcarî ji vê rewşa perîşan u nexweş .
Li dawiya dîdara han her yek ji berêzan Serokê Perleman u Şêx Şamo endamê perleman hatin xelat kirin ji aliyê (Cim Audemiz ) wek derbirînek ji rojên nexweşên bi ser welatê Elmanîya da hatî ku pêkdihat ji ( Dîwarê Berlînê ) hember rojên nexweş yên neha Kurdistan têra derbas dibe .
Her di heman roj de ji bo zêdetir u berfirehtir niqaşê bikin li ser rewşa Kurdên Êzidî , şandê navbirî dîdareka taybet di gel Şêx Şamo serokê desteya Bilinda bingehê aliş u Endamê perlemantoya Kurdistan encam dan , di civînê da berêz Şêx Şamo bi dirêjî basê li ser Fermana li ser Êzidîyan hatî kir u got : me dixwest li rojeka wisa bi dîdara we şad bibin ku destkeftên çend salên piştî şerê Azadîya Îraqê li saya serê azadîya Kurdistanê u serkirdatîya sîyasîya Kurdistanê bi serokatîya berêz Mesud Barzanî bikin, lê mixabin îro rojeka hosa tengavî u pirî çîrok u dîmenên nexweş ku wijdanê komelgeha navnetewî hemiyê hejand u rewşa xelkê me ya perîşan u awere me hev dît , ji ber hindê naçarin tenê ya bi serê me hatî ji egerên hêrişên hovane u teroristiyên Dahiş bînin ziman, di mawê dû rojên bûrî da we rewşa em têda bi zelalî şopand heya neha bi hezaran Keç u Jin u Zarok di destê wan de Dîl u Êxsîr in mane, xelkê me bi hezaran hatine Hinda kirin xelk bi kom hatîye Kuştin bi sedan ji Tihna u pirsa de mirn li serê çîya, heya neha me çi hijmarên ser rast nînin lê hijmar zor u mezine.
Şêx Şamo di aliyekê dî yê axiftina xwede bal kişande li ser sîyaseta şaşa Hikometa Malikî u got : sîyaseta Şaşa Hikumeta Îraqê bi serokatîya Malikî ew bû cêbecênekirna Mada 140 ji desturê Îraqê u hilawîstî mana çarenivêsê 90% ji cugrafîyet u civaka Êzidîyan, her ew sîyasete bû rê dayî teroristan bêne nav xaka Îraqê da ,di dirêjîya peyva xwede Şêx Şamo got : Êzidî li Îraqê dû caran zilm u sitem lê tê kirin carekê wek Êzidî ku xwedî Olek taybet u cûdane u carek din jî wek Kurd ji rûyê netewî ve, Şêx got jî : berîya neha me gotîye ku Kurdên Êzidî Elmanîya bi welatê xwe yê dûyê dizanin u divê tengaviyê da xweya bû ku rolê Elmanîya zor karîger u erênî bû di harîkarîkina Kurdistanê da çi li rûyê serbazî ve wek Çek u teqemenî ji bo pêşmerge u çi jî rûyê wê hevpeymanîya navdewletî ya ku berhingarî teroristan dibe.
Welatê Elmanîya ji wan welatên rêza pêşe çi ji rûyê mirovatî ve, harîkarîyê mirovatî bi rêya Hikumeta Kurdistanê ji bo xelkê me yê awere u hazirbûna wan li kurdistanê divê rewşa nexweşa em têda, delîlê xemxorîya weye ji bo kurdistanê bi giştî u me Kurdên Êzidî bi taybetî u dîsan bi rêya we dixwazin zêdetir harîkarî kirnê dikin u barekî giran ketîye li ser milê Hikumeta Herêmê u ji şîyanên wê zêdetire u pêdawîstiyên awereyan di zorin u neha di zivistana sare , awere di bin cadir u xêveta di jîn u jimara wan jî di zore u ne Hikumeta Îraqê u ne jî UN ji bo awereyên Êzidî wek pêwîst bi erkê xwe ranebûne .
Wek cenabê we agehdar xelk u xêzanên me tuşî ( Jînosaîdê ) bûne u hinek malbat bê zarok mane u hinek zarok jî bê malbat mane, u bi taybetî ew xelkê ji destê Dahiş qurtal bûyîn bi her rêkekê be, bêşik çi keç çi kur ji rûyê saykolojî ve pêwistî bi çavdêriyê hene , ez pêşinyar dikim ku Hikometa Elmaîya van kesan wek penaber qebûl bike u dûr Kevin ji wan bîrhatin u dîmenê cerig birên bi cavê serê xwe dîtîn bê goman wê baştir çavdêrîkirna civakî u çarekirna derunî li wan hête kirin.u asankarî hebe ji bo mafê penabertiyê yên ku bixwazin u yên ku bixwazin vegerin malên xwe destur jêre hebe.
Şêx Şamo berdewam kir u got : sebaret çarenivêsê deverên me piştî ji destê teroristiyên Dahiş bêne rizgar kirin, em piştevaniyê li wê dîtinê dikin ku Şingal wek Îdareyeka Serbexwe be bi mercekî ser bi Hikumeta herêma Kurdistanê ve be .
Dîsan Şêx Şamo ji şandê navhatî re xweya kir u got : em gelek serferazin gava rolê kak Şehab u Mala Êzidîyan li Oldenburg bo xizmeta Êzidîyan bibaşî dinirxînin , raste wek Mal u Komel ye naskirye di warê Êzidîyan da u me bi hevre wek Bingehê Laliş u Mala Êzidîyan pirotokol heye ji bo xizmeta Êzidîyan u Êzidînasiyê bikin u her piştevanîyeka dam u dezgeyên peywendîdar li Elmanîya li Mala Êzidîyan bite ew piştevanî ji bo meye jî, di aliyekî dî yê wê dîdarê da Kunsilê Elmanî ku ji nû dest bi kar bûye got : ev pêzanîn u rewşa we ji mere bas kirî me gelek pê xweş bû u di ayndeda dixwazim dîdarêt weha hebin u min divêt zêdetir rewşa we ji nêzîk ve bizanim u li dawiyê jî serokê Şandê navhatî hate xelatkirin ji aliyê berêz Şêx Şamo ve ku bi Aramê bingehê Laliş u digel xelat, Şêx Şamo kurte nasînek li ser bingehê Laliş anî ziman u xebata 21 sala ya berdewam di warê civakî I rewşenbîrî u Olî u Netewî, u ka çawa hemî kadir u karmendê bingehê Laliş li vê qonaxa nazik da tim u tim xizmetkarê xelkê xwe yê awerene li devera Duhok u jêre basê bingehê Laliş yê Elmanîya kir ka çawa bi yek Ermanc bi hevra di xebitin, şandê navbirî jî sopasîya Şêx Şamo kir u xweşhalîya xwe derbirîn ji bo wê pêşwazîya gerima li wan hatî kirin u sozda rewşa hatî bas kirin bi êmanet bigehînin perleman u Hikumeta Elmanîya u bikarin zêdetir xizmeta we bikin bi rêka Hikometa Herêmê li gor karînên xwe .
Hejî gotinê ye ku şandê navhatî di bernama Hikumeta Elmanî deye Kempekê ji bo awereyên Êzidî dirust biket bi rêya Hikumeta Herêma Ku şandê Elmanî dê çendîn dîdar u civînan di gel berpirs u aliyên peywendîdar li Kurdistanê encam bide .
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

