شبكة لالش الاعلامية

Divê her PKK ji Şingalê derkeve û ti rêyeke din li pêşiya wê nîne

Divê her PKK ji Şingalê derkeve û ti rêyeke din li pêşiya wê nîne

Şingal-KDP.info- Rêveberê Nahiyeya Qehtaniye ya ser bi Şingalê ve ragihand, li sînorê Şingalê PKK ji bo mana xwe li devera Şingalê hemû karekî dike û karê herî dawî jî, komek xelkên sivîl lixwe kom kiriye û pere û otomobîl û zêrevan daye wan, ji bo ku piştgîriyê li PKKê bikin û çekdarên PKK li Şingalê bimînin, lê dîsa jî xelkê Şingalê yên ku piştgîriyê li PKKê dikin, naghên %1ê.

Xidir Xwedêda ji malpera KDP.info re ragihand: “PKK her rojê û tiştekî dike ji bo ku li Şingalê bimîne û Şingalê neyên derxistin, ji bo ku dizanin di dawiyê de divê ji Şingalê derkevin û ti rêyeke din li pêşiya wan nîne. Lewma niha xelkê Şingalê ji bo meramên xwe bikar tînin û bazirganiyê bi wan dikin, ku dixwazin wan bikin qurbanî û pirsgirêkan ji Şingalê re derxînin.”

Xwedêda wiha got: “Li nahiyeya me xelk naxwazin vegerin ser malên xwe ji ber PKKê, ku ji nava 15 hezar malbat tenê 450 malbat vegeriyane û yên din jî naxwazin vegerin. PKK xelkê Şingalê ji rê dibe û pere û otomobîl û zêrevan dane wan, ji bo ku her dema ku PKK re were gotin ji Şingalê derkevin, ew xelk rê bigrin û derkevin xwepêşandanan û bêjin bila PKK ji Şingalê dernekeve, vêga hêzên Iraqê guleyan bavêjin wan û sivîl bibin qurbanî.”

Xidir Xwedêda wiha domand: “Yên ku piştgîriya PKKê dikin, rêjeya wan naghê % 1ê û xelkê din jî hemû li dijî PKKê ne û dixwazin PKK ji Şingalê derkeve, ji ber ku xelk jî dizanin çawa rewşa ewlehiyê xer kirine û çawa dixwazin Şingalê wêran bikin, ew jî tenê ji bo berjewendiyên PKKê û ji bo mana çekdarên wan li Şingalê.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serokê Bingehê Laliş Cejna Êzidîyan ya Sersalê pîroz kir

Lalish Duhok

Artêşa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê dest bi êrişa bejayî kir

Lalish Duhok

Li Parlamentoya Almanyayê derbarê jinên Kurdên Êzidî yên ku ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin de panelek birêve diçe. Komeleya bi navê Hawar bi piştgiriya koma Partiyên Yekitiya Xiristiyanan (CDU/CSU) panelê birêve dibe û Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel, serokên partiyan û çend pispor jî di panelê de amadene. Kurda Êzidî Naciye ji Rûdawê re behsa çîroka xwe ya ketina di destê çekdarên DAIŞê de kir û da zanîn di heyama 8 mehên di destê DAIŞê de her tiştên xirab hatine serê wê û got: “Hê jî zêdetirî 3 hezaran Êzidî di destê DAIŞê de ne. Ew sê sal in vê jiyanê bi zorî dijîn. Hinek caran jinek rojê 8 caran tê firotin. Zarok jî bi şeweyên cuda têne firotin. Destdirêjiyê li keç û jinan dikin. DAIŞê mejiyê zarokan dişû û wan ferî ramanên tundraw dikin.” Naciye diyar kir ku ew dê li panelê behsa êş û çîroka xwe bike û wiha domand: “Bila dengê me bibihîsin û hem bila ew kesên mane di destê DAIŞê de rizgarbikin hem jî bila alîkariya kesên hatine rizgarkirin bikin. Pêwîstiya wan bi alîkariyê heye.” Ji bilî jinên Kurdên Êzidî jinekê cihû ya ji komkujiya Holocostê û jinekê jî misilman a ji komkujiya Kosovayê rizgar bûyî jî beşdarî panelê bûne. Peyamnêra Rûdawê li Almanyayê Ala Şalî diyar kir ku di panela navborî de mijara bikaranîna seksê wekî çekekê jî dê bê gotûbêjkirin.

Lalish Duhok