Simînarek li dor kêşeyên dirunî û saxlemîyê ya wan keç û jinên ji dest Da’ş hatin rzgar kirin tê saz kirin
Çianr Şemo Qasim\ Veguhastin
Evro li roja şembuyê li rêkeftî 12/9/2015 offica laliş bi hevkarî di gel sazeya Dak ya geşepêdana jina Êzidî rabun bi gêrana simînarekê li dor (kêşeyên dirunî û saxlemîyê ya wan keç û jinên ji dest Da’ş hatin rzgar kirin) ji bo berêz (D.Nzar Asmet Teyb) rêveberê giştî yê saxlemîya dihokê û bi pişkdaryîa D. Nexem û D. Lime û bi amade buna serokê desteya bilinda bingehê laliş (Şêx Şamo ) û hijmerk ji rewşenbîr û afretan hat li dar xistin .
Di vê simînarê de diktorî bal kişand ser çendîn babetên girêdayî bi çareserîya dirûnî û cesteyî ya wan keç û jinên ji dest Da’ş hatin rzgar kirin û got piştî şeş mehan ji çareseryê dîvçona rewşa wan di nava komelgehê de tê kirin .
Ji alyek din ve D. Nexm newzad ya çareserya nexoşyên cesteyî ji alyê xwe ve got ew keç û jinên hatin rzgar kirin ji alyê cesteyî ve gelek azar kişandîne û li vî senterî tên çareser kirin bi rêka celsayan.
Herdîsan D. Lima li ser arîşeyên dirunî ,hatina wan keç û jinan û guncandina wan bi civakî ve , û ew yek jî got her yek bi rêyeke cuda danustandin bi wê re tên kirin û her yek doseyek taybet jêre tên vekirin û amara wan ta niha di vî sentrî da gehştye 594 doseya .
Her wisa D. Nizar ew yek jî got pir ji dil supas darên civata ruhanîya Êzidîyan û genc û lawên Êzidyanin bo pêşwazî kirin û qebul kirina wan keç û jinan. Paşre dergehê danustandinê hat ve kirin û Li dawyê jî berêz Şêx Şamo supas name li ser heryek ji D.Nizar û D.nexm û D.lima hatin dabeş kirin .



تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî


