serokê Baroya Diyarbekir’ ê rêzdar Tahir Elçî, di 28.11.2015 de bi êrîşeke bêbextî hatiye qetilkirin
,Hêjayan
min jî bi dilekî xemgîn bihîst ku serokê Baroya Diyarbekir’ ê rêzdar Tahir Elçî, di 28.11.2015 de bi êrîşeke bêbextî hatiye qetilkirin.
Lavan ji Xwedê û Tawisî-Melek dikim, ew rêzdar Tahir Elçî yê ku bi wîjdanê xwe bûbû parêzvanê hêvî, azadî û demokrasiya me Kurdan bi rahma xwe şahbikin !
Ez bi hurmet bejna xwe li ber gora rehmetî Tahir Elçî ditewînim
Xembariya we hemû nefêrên malbat, dost, heval û pismamên Xwedê jê razî rêzdar Tahir Elçî pare vedikim , sersaxiyê û sebrê ji we û gelê Kurdistanê re dixwazim !
Kemal Tolan,
berhevkar û xemxwarê kevneşopên Êzdiyatiyê
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî