شبكة لالش الاعلامية

Di kampên leşkerî yên DAIŞê de 1000 zarokên kurdên êzidî hene

Di kampên leşkerî yên DAIŞê de 1000 zarokên kurdên êzidî hene

(Rudaw)

Endama Parlamentoya Iraqê Viyan Daxil got, hezar 60 zarokên kurdên êzidî li kampên perwerdeya leşkerî yên DAIŞê ne.

Endama Parlamentoya Iraqê Viyan Daxil ji Rûdawê re ragihand, niha li kampên kampên perwerdeya leşkerî yên DAIŞê hezar 60 zarokên kurdên êzidî hene û ji bo rizgarkirina wan zarokan hewldanekê cidî pêwîst e.

Viyan Daxil diyar kir, DAIŞ niha perwerdeya leşkerî dide, hezar 60 zarokên kurdên êzidî yên di Tebaxa 2014an de rehîn girtî.

Daxil da zanîn temenê wan zarokan di navbera 12 û 16ê de ne û got: “Niha mejiyê beşek ji wan tê şûştin û beşek jî bi zorê perwerdeya leşkerî dibin. Heger zarok beşdarî perwerdeyê nebin û heger malbatên wan di destê DAIŞê de bin, rêxistin malbata wan zarokan înfaz dikin. Ji be vê yekê zarokên êzidî bi neçarî beşdarî perwerdeyê dibin.”

Endama Parlamentoya Iraqê got, divê zarokên kurdên êzidî demildest ji destî DAIŞê bên rizgarkirin.

Piştî ku devera Şingalê roja 3ê Tebaxa par ket destê DAIŞê, bi hezaran kurdên êzîdî ji aliyê çekdarên wê rêxistinê ve hatin revandin ku piraniya wan jin û zarok bûn.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Îro salvegera koça dawîn a nemir Mela Mistefa Barzanî ye

Lalish Duhok

Ruydaneka agrberbûnê li kempa Şarya çêbû û çar xîvet bi temamî sotin Nêzîkî demjmêr 2:00 berê sibeha îroheşt xîvetên awareyên Şingalê li kempa Şarya li sinûrê deverdariya Sêmêlê sotin û ziyan gehştine çar xîvetên dî. Pîr Deyan Ce’fer, rêveberê koç û koçber û bersvdana qeyranan li parêzgeha Dihokê bo gav got: li berê sibeha îro roja duşembî ruydaneka agrberbûnê li kempa şarya çêbû û çar xîvet bi temamî û çarên dîjî nîv nîve hatin sotin û çi zyanên giyanî nebûn, belku zyan bitenê madî bûn. Amaje da wê çendê jî, ruydana sotina xîvetan ji egerê şortekê karebê bûye û tîmên agrvemrandinê gehştîne cihê ruydanê û berî agr berfrehbibe, hatiye kuntrolkirin. Rêveberê koç û koçber û bersvdana qeyranan li parêzgeha Dihokê da zanîn jî, tevahiya kelupelên pêdvî ji layê wan ve bo ziyan vêkeftyan hatîne dabînkirin û cihê xîvetan dê hête paqjkirin û xîvetên nuy dê bi wan hêne danan.

Lalish Duhok

Kurdên êzdî hest bi aramyê û piştrastyê di dewleta Îraqê da naken

Lalish Duhok